Li ser pêvajoya nû ya Erebkirina Kurdistanê, Navenda Revenda Kurd li derveyî welat webinarek ji bo Meşxel Kewlosî saz kir.
Doh şev bi dema Kurdistanê di saet 21:00an de, Navenda Revenda Kurd bi navê Pêvajoya Nû Ya Erebkirina Kurdistanê webinareke taybet ji bo nivîskar Meşxel Kewlosî birêve bir.
Webinar bi beşdarbûna endamên navendê û kesayetên Kurd yên ji tevahiya cîhanê dest pê kir û paşê beşdaran nêrînên xwe di derbareyê mijarê de anîne ziman.