Peyama Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanî li ser rûdanên li Kerkûk


Li hember rûdanên Kerkûkê û aloziyên li dijî kurdan û daxwaza jiyana hevbeş li wî bajarî û gulleyên hêzên çekdar ên ereb, kurên kurd şehîd û birîndar dibin.
Ji aliyekî din ve jî pirsgirêk û astengî li pêşiya hikûmeta Herêma Kurdistanê çêdikiri û bi siyaseta birçîbûn welatiyên Kurd terbiye kirin xizmeta biratî û jiyana hevbeş nake. Ev rewş bi salane bê çareserî maye û jiyana xelkê bûye pirseke siyasî û welatiyên Kurd tên cezakirin.
Kerkûk bajarê pêkve jiyanê ye û divê rêz li hemû civak û neteweyan bê girtin û mafên wan bi awayekî wekhev bên parastin.
Divê hêzên asayîşê hemwelatiyên Kerkûkê weke yek bibînin, ne ku berevaniyê li parçeyekî bikin û Kurdan jî weke dijmin bibînin.
Wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî, em di serî de daxwaz ji hêz û partiyên Kurdistanî dikin ku li hember hemû plan û programên li dijî Kurdan bibin yek û yek helwest bin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibin xwedî daxwazeke cidî.
Em bangê hukumeta Iraqê dikin ku dev ji siyaseta xelek berde, siyasetek guncav ku mafên hemû pêkhateyên Iraqê biparêze bide pêş xwe. Ne xwe ev agira wê zêdetir wan bişewitîne.
Em bang li civaka navdewletî bi taybetî hêzên hevpeyman û Neteweyên Yekbûyî dikin ku bên ser xetê ku fişarê li Iraqê bikin da ku pirsgirêkên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê çareser bike û aloziyên li Kerkûkê bên çareserkirin û êdî xwîna kurdan neyê rijandin.
Em silav li giyanê şehîdên rêya rizgariyê dikin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Kurdek Li Fînlandiyayê Bûye Namzet

KDC

Kanada: Nûnerê Konfederasyonê pêşwaziya Berpirsê Fermangeha Pêyvendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê kir

nusar1

cîgirê serokê konfederasyona Rewanda Kurdistanî di semînerekê de beşdar bû 

KDC
KDC

FREE
VIEW