SWÊD : ENDAMÊ KOMÎTEYA RAGIHANDINA NAVENDA REWANDA KURDISTANÎ SERDANA FREDRÎK MALM KIR

Roja çarşembîyê Gulband Azad Qeredaxî endamê komîteya ragihandinê ya navenda rewanda Kurdistanî serdana Frêderîk Malm endamê parliyamenta Swêdê kir
Di hevdîtineke de ku li nivîsîngeha taybet ya kesekê hat lidarxistin de Gulband bi kurtî behsa navenda rewanda Kurdistanî û hewlên wê yên bo analîz kirin û hevdîtin û hevdîtina li gel dostên gelê Kurdistanê kir daku ev aşnayî û dostayetiya han li gel awareyên Kurdistanê berdewam be
Frêdrîk Malm pisporê kar û barên Kurdistanê ku xwe dostê nêzîkê Kurd û Kurdistanê dibîne çend caran serdana herêma Kurdistanê kiriye û bi serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re dîdar kiriye
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Tora Rexdagê ji bo Kurdistanê Fredrîk Malm gelek caran di axaftinên Rexdag de Kurdan tîne pêş û armanc dike ku di hilbijartinên îsal ên Îlonê de careke din bibe namzeta lîsteya Partiya Lîberal
Di dawiyê de her du aliyan biryara berdewamkirina civînan dan .

Gulbend Azad Qeredaxî
10/8/2022

KDC

FREE
VIEW