Di Salekê De Bi Hezaran Koçber Gihîştine Brîtanyayê

Sala borî zêdeyî 28 hezar koçber bi rêta avê ji Fransayê bi keştiyên biçûk derbasî Brîtanyayê bûne.

Ajansa Nûçeyan li ser analîzên îstatîstîkên Hikûmeta Brîtanyayê ragihandin ku sala borî zêdetirî 28 hezar koçber ji kanala avê ya Îngilîzan a di navbera Fransa û Brîtanyayê de derbas bûne.

Her wiha hatiye aşkere kirin ku qaçaxçiyên ku van koçberan vediguhêzin daxwaza pereyekî pir ji wan kirine.

Tê gotin ku qaçaxçî bi belemên plastîk ên xirab, qaçaxçiyan bi rêya avê dibine Brîtanyayê.

Di sala 2021an de 28 hezar û 395 koçber gihîştine Brîtanyayê, hejmara koçberan ji sala 2020an de sê qat zêdetir e. Bi sedan koçber li bajarê Dankix ê Fransayê li benda çûyîna Brîtanyayê ne ku piraniya wan Kurd in.

___

Erdheja li Bakur û li Rojavayê Kurdistanê, xemên me mezin kir!

KDC

Ji Sedî 70 Iraqiyên Ku Îsal Serlêdana Penaberiyê Kirine Kurd in

KDC

Karwaneke Din Ya Koçberan Wê Îro Bigihê Hewlêrê

KDC
KDC

FREE
VIEW