Jineke Kurd A Çalakvan Hatiye Girtin

Jineke Kurd a xelkê Sineyê ji alîyê hêzên asayişa komara îslamîya Îranê ve hatiye girtin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye veguhestin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, hêzên asayîşa Sineyê sibeha roja Şemiyê avêtin ser mala aktîvîsta mafên jinan Meryem Sadiq û endameke Komîteya Hevkariyê ya ji bo birêxistinkirina rêxistinên karkeran destgîr kirin.

Li gorî çavkaniyekî agahdar, hêzên asayîşê bêyî ku delîlên qanûnî nîşan bidin bi ser mala Meryem Sadiq de girtine û pişt re li mala wê geriyane.

Heta belavbûna vê nûçeyê jî ti pêzanîn li ser sedema girtin û gunehbarkirina Meryem Sadiq nehatine belavkirin û di heman demê de çarenivîsa wê û cihê girtina wê jî ne diyar e.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2018an de Meryem Sadiq careke din ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve hatiye gazîkirin û lêpirsînkirin.

___

Li Lîbyayê Lîstikvanekî Komediyê Bûye Namzetê Serokatiyê

KDC

Du Leşkerên Tirkiyeyê Hatine Kuştin

KDC

Belçîka: Komeleyeke Kurdan di bin sîwana Konfederasyonê de kar dikir

nusar1
KDC

FREE
VIEW