KDC

Kurd Dîplomat

Aştî Germiyanî – Hewlêr

Kurd Dîplomat rojnameyeke civakî, siyasî û çandî yê heftane ye li Baku ya Azerbaycanê û bi zimanên Kurdî (Kurmancî), Rûsî û Tirkî tê weşandin ku xwedî îmtiyazê Mamoste Tahir Silêman e.

Revenda Kurd li Azerbaycanê xwedî dîrokeke dirêj e û pêkvejiyana wî welatî prensîbeke pirrengî ye. Xebat û têkoşîna miletê Kurd beşek ji wê jiyanê ye, di heman demê de aliyê çandî yê Kurdan beşeke din a rojaneya vî gelî ye, bi taybetî li Baku ya paytexta Azerbaycanê. Mamoste Tahir Silêman wek rewşenbîr û bîrmendekî Kurd e, di hest û mejiyê xwe de erkê têkoşîna şoreşgeriyê xizmeta milletê xwe daye ser milan. Kurdistan her dem xwedî hesteke kûr e, helbet çand û zanist bû rêyek ku li wî welatî rojname û weşanek ji bo revenda Kurd hebe. Zimanên wan di vê demê de li ser azadî û dîroka miletê xwe û Başûrê Kurdistanê û rewşên siyasî xwendine. Ji ber vê yekê di Sibata 2003an de heftane dest bi rojnameyeke 16 rûpelî ya bi navê Kurd Dîplomatên weşandin.
Min ligel Mamoste Tahir Silêman di kongreya Navenda Revenda Kurd ya li bajarê Hewlêrê li hola Mamosta Se’ed Ebdullah hevdîtinek kir û çend rojnameyên xwe wek diyarî da min. Tevî guftûgo û danasîna li cih û rêyên welat, me behsa wê yekê kir ku rojname girîng û mezin e ku ew li welatekî weke Azerbeycanê hewl didin ku xelkê hişyar bikin.
Ew di rojnameyê de qala dîroka gelê Kurd û rewşa siyasî ya her çar parçeyên Kurdistanê dike û qala hewldan û pêşketinên îro yên Kurdan bi giştî dike.

Hûn dikarin bi van agahiyan bi rojnameya Kurd Dîplomat re têkiliyê daynin:

email: hewler@mail.ru
Mobile: 00994503523318

___

سوودەکانی خواردنی خورما

KDC

چەند حیزبێکی سویدی داوای قورسکردنی مافی کار (ئیقامە عەمەل) دەکەن

KDC

نرخی دۆلار لە پڕۆژە یاسای بودجەی ساڵی 2022 دیاری دەکرێت

KDC
KDC

FREE
VIEW