Cankurd – 1988
Suwarê mirinê peya bû
Li bajarê Helebçe
Bê tang û tiving, bê debançe…
Zarok ên şîrmij
Keç ên berbext
…û hemî kes ên ku li wir
Suwarê mirinê ji bo Fîrewn
ji bo Qaron…
Qelfê mirovan da ber xwe û bir…
Ta dilê Zehakî vehesîne
Ta sax bimîne, bo wî ew erş û text…
Jin û zariyan, qaz û qumriyan
Pez û koviyan
Tev dane ber “Senf” û „Tabon“
Dane ber „Senf“ û Tabon“…
Di destpêka beharê
Helebçe kirin dûjeh
Bi hezaran kuştin
Helebçe bê liv hîştin
Ta ji xwe re bikine baregeh…
E’tarê mirinê li Helebçe geriya
Can û ruh‘ên Kurdan
Erzan kirriya
Dayîk û zarowan
Bi dilşewatî
Bi bê tewatî
Bi êş û bi fîxan
Dev ji dinyayê berdan…
Ey zalimê xwînrêj!
Ey zarokuj!
Ma heya kengê dê tu bijî?
Tu yê Kurdan
Belengazan her bikujî?
Ey zalimê xwînvexwar!
Ey teresê har!
Ta ku tola Helebçe em ji te hildin
Em ê xwe bikine agir
Wê dayîk ên kuştiyan
Rojekê ji rojan
Bi xwîna te kildin
Wan çavên xwe yên tijî hêstir…
Bajarê Helebçe ez bi gorî
Li te dinêrim bi çavsorî
Kurdên me wê heya kengê weha bin?
Li ber lêdan ên zaliman
Li ber bahoz û agiran
Her belav bin?
Wê xwe nekine yek bê hêz û çek?
Ta ku Helebçe erzan neçît
Ta ku mirovê me winda nebît
Seriyên xwe ji hev re biçemînin
Hêza gelê xwe bicivînin
Rahêjin tivinga narîn
Hildin ala rengîn
Ji bo serxwebûn û azadiyê
Ji bo mirovatiyê
Dakevin ceng û xebatê
Geş bikin rêka civatê…
Ta ku zarok careke dî biçine Helebçe
Ji xwe re li wir çêkin lîstgeh
Dibistan û baxçe…