Sira govdê/tenê mirov Di avakirina peyva kurdî de

Cankurd   

       Zimanê neteweyekê ji ber pêdiviya aborî û têkiliyên di navbera mirovan de û ji bo pêșxistina civakê ji her aliyekî ve, ne bi rojan û mehan, lê bi sedsalan li pey sedsalan pêda dibe, firhtir û watedartir dibe. Zimanê me jî wilo di demeke pir dirêj de, gav bi gav pêș ve çû ye û niha bûye yek ji zimanên rast dewlemend. HInek ferheng ji gelek cîldan di nav destên xwendevan û nivîskarên me de hene, û wek em dizanin, seydayê serkeftî, xudanê bêtir ji 100 berhemên bi Kurdî, hêja Zeynulabîdîn Zinar, ku ji 19 salan ve ferhengeke Kurdî-Kurdî dinivîse, bêtir ji 80.000 peyvên neteweya xwe civandine, lê dîsa jî dibêje: “Heylo, ez hîn di seriyê rezê xwe de me!” Lew re ez ji Xwedayê bala dixwazim, ku temenê wî dirêjtir bike û hêza wî xortir bike… Wilo jî ez diraza ji Xwedê dikim, bo hemî ferehngkarên peyva kurdî û taybet ji bo dostê xwe yê hêja û serkeftî, Dr. Husên Hebeș, ê ku pir ji zû ve bi zanyarî û tewateke bê wekanî di ferhengeke akadêmî ya hêja de dixebite…                                                                                                                                                            

       Ji ber ku zimanê kurdî, yek ji wan zimanên tev kevin e li cîhanê, û di nav zimanên gelên Rojhilata Navîn de, pir ji zû ve cîhê xwe girtiye û gelek mirovan ew ji xwe re bi kar anîne, di serî de ji jiyana xwe ya rojane re, ji civaka xwe ya cotkarî û nêçîrvanî re, û ji wan têkiliyên xwe yên civakî û yên li gel sirûștê re, li gel pez û dewar û firinda re, peyv û nav pêda kirine, lê hîn zûtir, ji ba govd û tenê xwe re gelek peyv pêda kirine… Eve jî gaveke pir mezin bû… De werin em li vê yekê ji nêz ve binêrin:      

       Di tenê mirov de çi regez hene?

Serî, guh, çav, rû, dev, dest, dil, sîng, nav, zik, kab, nig (ling) û…

Serî: Wek – Serhișk, serqot, serîhildan, sergiran, serwer, serînizim, serxweș, serek, sermezin… û hinekên dî, pișt re jêder jê hatîne pêda kirin, wek: Serhișkî, serwerî, sermezinî… An jî piçûkkirin mîna ji serî serok pêda kirine.

Guh: Wek – Guhar, guhdirêj, guhreș, guhnedan, guhdarî kirin…

Çav: Wek – Çavreș, çavziq, çavdêr, çav li der, çavsorî, çavzuwa, çavik…

Rû: Wek –   Rûnerm, rûhișk, rûken, rûreș, rûzer, rûsarî…

Dev: Wek – Devsist, devreș, devșilî….

Dest: (Gelek peyv bi harîkariya dest hatîne lêkirin) Wek – Destik, destî, destbira, destgirtî, destekarî, destan, Destbelav, destdirêj, destar, destvala …

Dil: (Bi rastî bi rêya dil pir peyv ketine nav ziman û bi xwe re ziman fireh kirine) Wek – Dilyar, dildar, dilgerm, dilnaz, dilșad, dilreș, dilxweșî, dilêr, dilketî…

:

Sing: Serîlêdan, Seridandin, serkom, serpez, sermiyan, serdevk…

Nav: Naverok, navdarî, navsist, navîn, naverast, navnîșan, navik…

Zik: Zikêș, zikreșî…

Kab: Kabsiist, kabkin, kabik…

Nig (ling): Lingo, lingik…

Wilo em dibînin, ku govdê/ Tenê mirov çendîn bûye harîkar bo firehkirina ziman û ferhenga kurdî.                                                                                                                                                                  

___

Referandûma Herêma Kurdistanê û xewna dewleteke kurdî ya serbixwe

nusar1

“Hêstir” an “hêsir”

KDC

Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê!

KDC
KDC

FREE
VIEW