Amerîka welatê Tirkiyeyê tawn bardike

   

‏Wezareta Derve ya Amerîkayê,welatê Tirkiyeyê di lîsteya welatên ku tevlî bikaranîna leşkerên zarok bûne’ zêde kir û bi vî awayî yekemîn car endamêkî NATOyê tevlî vê lîsteyê bû.
‏Wezareta Derve ya Amerîkayê rapora xwe ya Bazirganiya Mirovan a 2021ê belav kir û li gor wê raporê Tirkiye ‘bi zarokên leşker piştgirî’ daye koma çekdar ya Sultan Murad ya li Suriyeyê

‏Waşinton di wê baweriyê de ye ku, hejmareke gelek zêde ya zarokên leşker a rêxistina Sultan Murad li Suriyeyê hene.

‏Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Rwtersê re got, “Bi taybetî li ser Tirkiyeyê bibêjim. Ev cara yekemîn e ya endamekî NATOyê di lîsteya yasaya pêşîgirtina zarokên leşker de cih digre. Tirkiye wekî welatekî rêzdar a herêmê û wekî endamekî NATOyê, dikare hizrekî li ser mijara zarokên leşker ya li Suriyeyê û Lîbyayê bike.”

‏Li gor raporê, welatên ku ketine lîsteyê, di warê bidestxistina alîkariyên ewlekariyê û alavên leşkerî de tên sînordarkirin. Ne diyar e gelo Tirkiye jî were sînordarkirin an na.

___

Tirkiyeyê Çend Koçberên Iraqî û Sûriyeyî Desteser Kiriye

KDC

Peyama Navenda Revenda Kurd Ji Bo Roja Alaya Kurdistanê

KDC

Du Welatên Ewropayê Bi Talîbanê Re Danûstandinan Dikine

KDC
KDC

FREE
VIEW