Tirkiye Şingalê Bombebaran Dike, Qurbanî Hene

Firokeyan şer ên Tirkiyeyê navenda qezaya Şingalê bombebaran kirin e û di encamê de çend kesan canê xwe ji dest dan û çend kes birîndar bûn.

Îro roja duşemê di saet 11:00an de li navenda qezaya Şingalê firokeyên şer ên Tirkiyeyê êrişî ser otomobîleka YBŞyê li Şingalê kirin û di encamê de du hevwelatiyên sivîl canê xwe ji dest dan û sê hevwelatiyên din ên di otomobîlê de jî birîndar bûn.

Bombebarankirina YBŞê di demek e wisa de ye ku biryar hatiye dayîn Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja duşem a 16ê Tebaxê serdana Şingalê bike.

___

Brîtanya: 440 koçberên nû bi rêya deryayê gihaştin peravên Îngilîz 

KDC

Ciwanek Berî Ku Êrîşeke Tundrew Bike Li Swêdê Hatiye Girtin

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo bi bîranîna salvegera Dr.Nûredîn Zaza peyamek weşand

nusar1
KDC

FREE
VIEW