Li Rojava qedexeya hatûçûnê û xwepêşandanên li dijî giraniyê

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji welatiyan dest bi xwepêşandanekê kir, û ew ji bi sedema giranbûna nirxên sotemenî û nan û ji ber rewşa aborî ya xerab ya xelkê deverê.

Xwepêşandaran li pankartan siloganên wek (Welatê petrolê birçî ye. Giranbûna nirxê keresteyan dibe sedema hejarî, nezanî, madeyên hibir û tawanan. Girabûna nirzan, sedema koçberkirina bi zorê ye) nivîsandine.

Wekî din, rêveberiya xweser ya Bakurê Rojhelatê Sûriyê îro ragehand, bi sedema zêdebûna rêjeya nexweşiya korona, wan biryar da ji roja şemiyê ve qedexeya hatûçûnê li devera Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê bibe û dê jibo heyama hefteykê bidomîne.

Tê zanîn duh hejmareke berpirsên ENKS diyar kirin ku wan êdî biryar daye xwepêşandan li dijî giranbûna nirxan li deverên Kurdî pêkbînin, lê dibe ku biryara dawî ya qedekirina hatûçûnê piroblemên bêtir bîne meydanê.

___

Trump Di Sporeke Ku Qet Perwede Nedîtiye De Rêza Herî Bilind Bidest Xistiye

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Norwecê beşdarî xwepêşandanekê bû 

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Almanyayê Serdana KOMKARê Kir 

KDC
KDC

FREE
VIEW