Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragihandiye ku rêya qanûnî ya li dijî Partiya Azadîya Kurdistanê li dadgeha destûriya Tirkiyeyê. berdewam e ji ber bikaranîna peyva Kurdistanê.
Sekreterê Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de bersiva pirseke parlementerê Iyi Partiyê daye ku di çend rojên derbasbûyî de pirsyar li ser peyva Kurdistanê ji serokatiya parlementoyê re şandibû û daxwaz ji Silêman Soylu Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê kiribû ku bêje ‘Kurdistan li ku ye?’.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku; Partiya Azadiya Kurdistanê ku di 11ê Kanûna 2014an de hatiye avakirin, ji ber ku bername û prosedura navxweyî ya Partiya Azadiya Kurdistanê li dijî qanûna makezagona Tirkiyeyê ya hejmar 2820an e gilî lê hatiye kirin, pêvajo niha jî li Dadgeha Destûra Bingehîn berdewam e.
Her wiha li gorî xala 69. a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, Dadgeha Destûrî çavdêriya darayî yên partiyên siyasî dike û çavdêriya darayî ya Partiya Azadî ya Kurdistanê hatiye kirin. Ji aliyekî din ve sê partiyên din ên siyasî di Kanûna 2011an, Nîsana 2014an û di Gulana 2016an de hatine damezirandin, peyva Kurdistanê di navên partiyên wan de heye. Dozgerê Tirkiyeyê ji bo girtina van partiyan giliyê yasayî kiriye û pêvajoya yasayî ji bo girtina wan di Dadgeha Destûrî de berdewam e.
Di daxwaznameya ku çend roj berê ji aliyê Lutfu Turkkan cîgirê serokê Iyi Partiyê ji bo Silêman Soylu Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê bi rêya serokatiya parlementoyê hatiye şandin de ev pirs hatiye kirin: “Kurdistan li ku ye?” Navê partiyeke ku peyva Kurdistanê di nav xwe de dihewîne, çawa ji fîltreya wezaretê derbas bûye? Sedemeke taybet heye?
Lutfu Turkkan di pirsyara xwe qala van tiştan jî kir ku Biryara Dadgeha Destûrî ya sala 2018an, bi dengdaneke giştî li ser guncawbûna Partiya Azadî ya Kurdistanê bo yasaya partiyan, tê wateya pejirandina herêma ku jê re dibêjin Kurdistan? Gotina ‘Kurdistan’ li Tirkiyeyê qedexe ye, gelo normal e ku ev gotin li ser navê partiyekê hebe?”
Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk got, partiya wî di 11ê Kanûna 2014an de belge û name ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê re şandiye û paşê mafê partîbûna qanûnî wergirtiye.
Herwiha behsa vê yekê jî kir ku di Çileya 2015an de dozgerên dadgeha bilind ya Komarê hişyarî dabûn partiya wan ku nav û bernameya xwe biguherînin lê wan nav û bernameya xwe neguherandiye. Pişt re jî di Kanûna 2016an de dadgeha destûrî ya Tirkiyeyê bi heman mebestê ew agahdar kirine lê belê PAKê bi a wan nekiriye û nav û bernameya xwe neguherandiye.
Ozçelîk diyar kir ku di sala 2019an de doza girtina partiya wan li dadgehê hatiye vekirin. Wan navê partiya xwe bi Kurdî û Tirkî parastiye û pêvajoya darizandinê berdewam dike. PAK wek partiyeke qanûnî li Enqerê û di bin çavdêriya ajansa hilbijartinê de di salên 2017 û 2020an de du kongreyên asayî li dar xistiye. PAK bi salane wek partiyeke qanûnî budçe pêşkêşî Encûmena Serweran kiriye û di budçeyê de tu pirsgirêk dernexistiye. PAK partiyeke qanûnî ye li gorî xala 90. a destûra Tirkiyeyê.
Serokê PAKê da xuyakirin ku navê Kurdistanê ji aliyê partiya wan ve nehatiye danîn, ji aliyê Împaratoriya Osmanî, damezrînerê Komara Tirkiyeyê Mûstafa Kemal Ataturk û damezrînerên din ên dewleta Tirk ve hatiye erêkirin, weke navê welatekî di belgeyên fermî de cih girtiye.