Pirtûka Nivîskarê Kurd Davan Yehya Xelîl Wek Pirtûka Herî Baş Hate Hilbijartin

Di nava zêdeyî mîlyonek pirtûk de pirtûka Davan Yehya Xelîl ya li ser Dîroka Kurdan wek yek ji 72 pirtûkên herî baş ên sala 2021an hate hilbijartin. Davan Yehya Xelîl got; ez kêfxweş im ku pirtûkeke min xelata yek ji pirtûkên herî baş standiye û ez vê xelatê pêşkêşî neteweya xwe dikim.

Davan Yahya Xelîl, nivîskarekî Kurd e û li Brîtanya dijî, wî xelata yek ji baştirîn pirtûkên sala 2021an standiye û navê pirtûkê jî “Qeraxa Azadiyê, Mesûd Barzanî Çawa Kurdistan Ber Bi Qeraxa Serxwebûnê Ve Bir” daniye.

Davan Yahya Xelîl da xuyakirin ku ev sê sal in vê pirtûkê dinivîsîne, pirtûk ji 234 rûpelan pêk tê û ji aliyê Amazonê ve hatiye çapkirin û weşandin.

Davan Yehya Xelîl xwediyê çar pirtûkan e:

  • Kurdistan, Genosîd û Jidayikbûn, di sala 2013an de hatiye weşandin .
  • Fikra Kurdistanê, di sala 2014an de hatiye weşandin.
  • Kurd Li Ser Rêya Serxwebûnê, di sala 2016an de hatiye weşandin.
  • Qeraxa Azadiyê, Mesûd Barzanî Çawa Kurdistan Ber Bi Qeraxa Serxwebûnê Ve Bir, di sala 2021an de hatiye weşandin.

___

Swêd: Konfederasyona Rewanda Kurdistanê wê beşdarî konferansa Federasyona Komên Kurd bibe

KDC

cihgirê serokê konfedrasyona rewanda Kurdistanê beşdarîyê di semînarekê de bike

KDC

Qetliyama Dersimê Birînek Kûr e

KDC
KDC

FREE
VIEW