Lijneyeke Amerîkî Dixwaze Tirkiye Ji Rojavayê Kurdistanê Derkeve

Lijneya Azadiya Olî ya Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser a Rojava ragihand ku li dijî hebûna artêşa Tirk li Rojava ne û daxwaz kiriye ku ew vekişin. Ev nerazîbûneke li hemberî êrîş û bombebarana Rojava bû.

Cîgira Serokê Lijneya Azadiya Olî ya Navnetewî ya Amerîkayê Nadine Mainza di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku Amerîka dixwaze li gor nexşerêyekê Tirkiye ji herêma Rojavayê Kurdistanê derkeve.

Her wiha destnîşan kir ku di rapora ji aliyê lijneyê ve hatiye amadekirin de derketiye holê ku Tirkiye êrîş li herêmên ku dagir kiriye, li dijî Xiristiyan û Kurdan bi taybet li dijî jinan li herêmê sûc kiriye.

Daxûyaniya cîgirê serokê Lijneya Azadiya Olî ya Amerîkayê piştî bombebarana Tirkiyeyê ya li ser Kobanî hat. Ew nûçe wê demê hatin ber destê wî ku tê de hatibû diyarkirin ku hin cihên Kobanê hatin bombebaran kirin û sivîlek şehîd bû û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Di heman demê de Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer di civîna çapemeniyê de ragihand ku li ser hin mijaran nîqaş hatine kirin û destnîşan kir ku bi taybet binpêkirinên li dijî aramiya herêmê, behsa xebatên girtina dergehên aboriya herêmê jî kir.

___

Navenda Rewanda Kurdistanî navenda lêkolînê damezrand

KDC

SWÊD : SEROKÊ KONFEDERASÎYONA REWANDA KURDISTANÎ BEŞDARÎ DI DÊRENDAZEYA 40 A ŞÎNÎYA HAFZULLAH NÊRWEYÎ DE KIR 

KDC

Lîreyê Tirkî Gelekî Daketiye

KDC
KDC

FREE
VIEW