Aktor, derhêner û nivîskarekî kurd e .
Di 1ê avrêla sala 1937an de wekî kurê malbeteke kurd a hejar li bajarê Edeneyê jidayik bûye.
Ji ber hejarîyê neçar bûye di 9 salî ye xwe de bixebite.
Dibistana seretayî û ya navîn li Edeneyê qedand .
Di sala 1957an da Zanîngeha Stenbolê Beşa Aborîyê qezenç dike .
Piştî 2 salan Derêhêner Atif Yilmazî nas dike û senaryoya fîlmên wî divisîne. Herwiha di wan fîlman de listîkvanî jî dike û bi vî awayî jiyana wî ya sînemayê destpê dike.
Di sala 1961an de bi hinceta di çîrokekî xwe de bangeşeya Komûnîzmê kiriye salek û nîv cezaya zindanîkirinê didin wî. Ji ber vê cezayê perwerdehiya xwe nîvço dihêle lê sînema berdewam dike.
Guney pêştir di fîlmên mafyatîk de dileyize. Lê Cezakirina çîrokên wî, di naveroka sînemaya wî de jî guhertinek mezin bi xwe re tîne û êdî berê xwe dide xem û pirsgirêkên civakî û jiyana çîna bindestan.
Guney di sala 1971an de bi hinceta alîkariya Mahîr Çayan û hevalên wî bi 2 salan tê cezakirin. Bi lêborîna giştî ya 1974an azad dibe. Lê salek derbas nabe Guney careke din dikeve zindanê. Vê care jî bi kuştina dozgerekî tê tohmetberkirin û 19 sal ceza didin wî. Piştî 5 salan ji girtîgehê fîrar dike û diçe Fransayê.
Guney di girtîgehê de 2 fîlmên bi navê YOL û Sûrû nivîsand ku behsa bindestiya kurdan û dagirkeriya Kurdistanê dike.
Fîlma Sûrû li bajarê Sêrtê, bajarokê Berwariyê di bin qûntara Çiyayê Herekolê hate çêkirin ku behsa jiyan pêwendiyên civakî yên kurdan û paşde hiştina Kurdistanê ya ji aliyê dewletê ve dike.
Fîlma Yol jî di heman çarçoveyê de dagirkeriya Kurdistanê vedibêje û ev fîlm ji Yilmaz Guney re xelata herî mezin anî.
Qiralê Bêtac ê Sînemayê di sala 1982an de di Festîvala Fîlmên Cannesê de Xelata Palmiyeya Zêr wergirt ku mezintirîn xeleta Festîvalê ye.
Guney dema xelata xwe wergirt bi axaftineke dîrokî banga Kurdistaneke Serbixwe û Yekgirtî kir :
” Em dixwazin bibin zarokên welatekî serbixwe û yekgirtî yên kurdan.
Em dixwazin bibin zarokên Kurdistanê.
Em dixwazin li ser axa xwe, bi zimanê xwe, stranên evînî û azadiyê bibêjin.
Em dixwazin cîhana xwe, axa xwe bi destên xwe bistrên û jinûve ava bikin.
Û em dixwazin ser axa xwe, bin ala xwe, azad û serbixwe bijîn.”
Ev neteweperwerê dilmezin û mîrê sînemayê di 9ê rezbera sala 1984an de ji ber nexweşiya penceşêrê xatir ji me xwest. Ji her 4 parçeyên Kurdistanê û cîhanê rewşenbîr û siyasetmedar ew birin Goristana Parlaşeza Parîsê.
Piştire li welatê xerîbiyê Qasimlo û Şerefkendî bûn mêvanê wî.
Piştî wî ti kes nekarî cihê wî bigre û taca wî bêxwedî ma. Lê doz û şerê wî bixwedî ye.
• Filmên Yilmaz Guney .
Fîlmên ku Guney tê de weke nivîskarê senaryoyê, derhêner û aktor rol heye, ev in :
- Hesp, Jin, Çek (1966)
- Gule li min nake (1967)
- Kêç Nûrî-Seyîdxan (1968)
- Gurên birçî, Mêrekî netîtal, nerind (1969)
- Hêvî, Piyager Osman, Heftbelayan (1970)
- (Fîraran – Rêbirran -Sosretî – Sibeyê roja dawîn e – Bêhêviyan – Jan – Lorîn – Bav (hemî di sala 1971an de)
- Belengazan (1972/74)
- Heval (1974)
• Fîlmên ku tê de weke aktor û nivîsarê senaryoyê kar kiriye :
- Karxezal – Zarokên vê welatê (herdu di sala 1959an de)
- Herdu jî wêrek bûn (1963)
- Heya her roj bimirî – Zeybekê bi singo- Koçero (hemû di sala 1964an de)
- Qasimpaşayî – Recebê Qasimpaşayî – Konyakxwir – Keyê keyan (hemû di sala 1965an de)
- Vegera şêran – Eşrefpaşayî – Zagona tixûban – Şêrê Heftçiyayan – Rovî Selîm (hemû di sala 1966an de)
- Dizê Hespan – Lawê Ehrîman (hemû di 1967an de)
- Ez im Ruhstîn – Qijikvan Xelîl (hemû di sala 1968an de)
- Heft cureyê belayan (1969)
-Mora min bi xwînê hatiye nivîsîn – Sevgili Parêzvanê min ê xoşevîst – Zinarên Ehrîman hemû di sala 1970an de).
• Fîlmên ku tê de weke nivîsarê senaryoyê kar kiriye :
- Evînreşiya Karacaoğlan (1959)
- Gulbejî (1961)
- Tenê ye çûyina mirinê (1962)
- Zeviya xalxalî (1966)
- Bedgumanî (1974)
- Destûr – Ew ê rojekê ( 1975)
- Sürü (Kerî) (1978)
- Düşman (Dijmin) (1979)
- Yol (Rê) (1981)
• Fîlmên ku tê de weke aktor kar kiriye :
- Dema titûnê (1959)
- Mîrê gendelgeran – Belaya şîrîn (1961)
- Ji Helîmeyê name heye
- Kocaoğlan – Reşik Şahîn
- Deftera mor
- 10 mêrên wêrek
- Zîndaniyên bêqeydik
- Xortê berbaz) (1964)
- Pistî mirim wê ezê bijîm
- Mêrê bi hespa spî
- Lawê Ciyam
- Cûkê dilan
- Dîlawerên bijimar
- Xwîn gewdê bir
- Guleyê ku qehr dike
- Dest nede xercê min
- Genima bi xwîn
- Yên bêtirs
- Sondxwariyê silehê bûm
- Sokakta Kan Vardı (Li kuçeyê de xwîn hebû)
- Tehlikeli Adam (Mêrê bi talûke)
- Torpido Yılmaz (Yılmazê Torpîdo)
- Ezê we her sêyan mix bikim
- Teyrê brîndar (1965)
- Daykê wî egîd aniyê dinê
- Keyê bêteşe
- Eliyê Kowboy
- Qanûna cêkan
- Û xarit ji cêkan re
- Egîd brîndar dibe (1966)
- Zeyno (1970)
- Namus ve Silah (1971)