Du Kolber Hatine Birîndarkirin

Li sînorê bajarê Baneyê du kolber bi gulebarana rasterast a Hêzên Pasdarên Îranê birîndar bûne.

Li gorî Saziya Mafên Mirovan Hengawê, Pasdarên Îranê roja Sêşem a 31ê Tebaxa 2021an li sînorê Hangejalê Baneyê gule li Kolberan reşandine û di encamê de 2 kolber birîndar bûne.

Navê kolberên ku hatine birîndarkirin ev in: Behmen Kerîm Pena yê Baneyî û Arman Resûl ê Bokanî yê ku ji bo dermankirinê birine Nexweşxaneya Selahaddîn Eyûbî û rewşa tenduristî ya Behmen Kerîm Pena ne baş e.

___

NY: DAIŞ Li Iraq Û Sûriyeyê Ber Bi Zêdebûnê Ve Diçe

KDC

Îtlaat Nahêle Kurd Newrozê Pîroz Bikin 

KDC

Erîşên terorîstî ya doh êvarê li ser Hewlêrê, bi tundî şermezar dikin 

KDC
KDC

FREE
VIEW