Welatên Ewropî Hêzeke Taybet A Parastinê Ava Dikine

Welatên Yekitiya Ewrûpayê li ser hêzeka parastinê gotûbêj dikin da ku pişta xwe nedine hêzên bîyanî û nebin dûvikên welatên zilhêz, bi armanca bi xwe jî bi hêz bibin, bandora wan hebe.

Ji 27 welatên endamên Yekitiya Ewropayê 21 ji wan endamên NATOyê ne. Li gorî qanûna budçe ya NATOyê divê her yek ji endaman ji sedî 2 dahatên xwe yên navxweyî salane ji bo budçeya parastinê ya koalîsyonê veqetînin.

Yekitiya Ewrûpayê niha dixwaze bi damezrandina hêzeke parastinê, kampa stratejîk a ku wateya wê hevpeymanîya stratejîk e û biryar wiha ye ku heta adara sala 2022an amade bibe, bi vê rêyê wê bandora Amerîkayê li ser xwe kêm bikin.

Josep Borel berpirsê siyaseta derve li Yekitiya Ewropayê ragihand ku ew dê li ser rêbazên rêvebirina vê qeyranê rawestin û lêkolînan li ser baştirkirina bandora karên wan, erkên ewlehiyê û leşkerî bikin. Di heman demê de erkên wan li çend welatan wê bên cîbicîkirin û hewl didin piştgiriyeke xurt ji bo welatên kêmhêz jî pêşkêş bikin. Rêbaz a stratejîk jî ew e ku ew hewl didin têgihîneke hevbeş di derbareya kêşeyên li beramber Ewropayiyan de bibînin.

Enstîtuya Hollandayê ya Lêkolîna Têkiliyên Navneteweyî ku avakerê stratejî û armancan e, dibêje ku Hêza Parastinê ya Ewropayê dê ji bo welatên din ên zilhêz nebe wek dûvikekî û dê wek hêzeke bi bandor û serbixwe li ser platforma pevçûnên cîhanê xuya bike.

___

Li Hmaburgê 12mîn festîvala filimê Kurdî bidawî hat

KDC

Hewlêr: Tahir Hewramî li gel Clara Emîn û Heval Idrîs civiya 

KDC

35´e mîn Salvegera Terorkirina Dr. Abdulrehman Qasimlo û Ebdulla Qadirî Azer de wan bi rêz û hurmet bi bîrtînin.

nusar1
KDC

FREE
VIEW