Îtlaatê Pênc Kurd Desteser Kirine

Hêza Îtlaatê ya Komara Îslamî ya Îranê pênc hevwelatiyên Kurd bêyî ku tawanên wan aşkere bike girtiye.

Li gor raporteke Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, roja çarşemê Hêza Îtlaatê ya Pasdaran li Nexedeyê 5 hevwelatiyên Kurd ên bi navê Esed Ramîn, Xalid Ramîn, Ramînê kurê Esed û Serdar Ramînê kurê Xalid li gundê Qerne, Dawûd Rehîmî û Çeqel Mistefayan jî girtine.

Li gor çavkaniyekî, girtina van 5 welatiyên Kurd bêyî tu destûreke qanûnî û dadwerî, ji bo cihekî nediyar hatine birin û sedema girtina wan jî nehatiye aşkere kirin.

___

Navenda Revenda Kurdistanî Webinarek Ji Bo Bextiyar Mam Şêx Li Dar Xist

KDC

Mirina Xatûn Suzan Ahmed Elî ya (29 salî ) û dergûşa wê ji Efrînê,bûn qurbanê guleyek bêserûber li bajarê Qamişlo..!

KDC

Rêxistinên Kurdan Yên Li Fînlandiyayê Wê Li Turkoyê Newrozê Pîroz Bikin 

KDC
KDC

FREE
VIEW