Filma “Suedî” îsal hate weşandin û lîstikvan û şanogerê Kurd Kardo Rezazî di fîlmê de rola sereke lîstiye.
Fîlm qala Mahmûd dike ku pereyekî xeyalî bi dest ketiye û wî pereyî ji bo ku wekî Swêdiyekî were dîtin xerc dike.
Kardo Rezazî di derbareya kesayetiya Mehmûd de ji Radyoya Swedê re da xuyakirin ku ew hestyar e û ew bi hemû hêza xwe hewl dide da ku bibe Swêdî.