Binkeya Lalişê Kongreya Navenda Revenda Kurd Pîroz Kir

Binkeya Lalişê ya Kurdên Êzidî bi minasebeta yekemîn kongreya navendê ya li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li hemû endamên Navenda Revenda Kurd li derveyî welat kir.

Teksta peyamê:

Binkeya Lalişê kongreya Konfeferasyona Revenda Kurdistanî pîroz dike.

Em bi navê desteya rêveberîya Binkeya Lalişê ya Almanyayê hemû endam û alîgirên vê projeyê bi germî pîroz dikin ku endamên kongreyp bi serkeftî kar û barên xwe encam dane.
Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Hewlêr a paytexta Kurdistanê bi amadebûna 140 endamên ji 20 welatên cuda û bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî hate lidar xistin.
Wek Binkeya Lalişê em jî beşdar bûn û di hilbijartina desteya rêvebir de nûnerê Binkeya Lalişê cihê xwe girt û hat hilbijartin.
Bi vê minasebetê pîrozbahiyê li hemû beşdaran dikin û daxwaza serkeftinê ji desteya rêveberiyê re dikin, da ku bi giştî xizmeta doza gelê Kurdistanê û bi taybetî Herêma Kurdistanê bikin.
Li gor karên me yên li Ewrûpayê bi taybetî li Almanyayê, revenda Kurdistanî dikare piştgîriyeke mezin ji bo gelê Kurdistanê, di qada navneteweyî de ji bo hikûmet û gelê Kurdistanê berhev bike. Ji bo vê bidest bixe divê bi alîkariya pisporan karekî cidî li ser bikin.

___

Konfederasyon û navenda Rewanda Kurdistanî bombebaranên Îranê şermezar dikin
Xwişk û birayên Kurdistanî

KDC

Îran Li Rojava Hewl Didiye Zêdetir Herêman Bidest Bixe

KDC

Li Ser Lêkirina Dîwarê Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî Hate Deng

KDC
KDC

FREE
VIEW