Doh Komîteya Giştî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî civîna xwe ya duyem saz kir û ev kombûn berdewamiya kombûna yekem bû.
Komîteya Giştî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî civîna xwe ya duyemîn li dar xist, piştî hilbijartina komîteya rêveber, komîteya rêveberiyê çend civîn ji bo diyarkirina kar û erk û bernameyên ji bo pêşerojê lidarxist.
Hêjayî gotinê ye ku di roja 12.02.2022an de Komîteya Giştî ji bo dewlemendkirin û nîqaşkirina rojevê û gelek mijarên din civîna xwe ya duyem lidarxist û di heman demê de gotûbêj hatine kirin û biryarên pêwîst hatine girtin.