Piştî aloziyên vê dawî yên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de Rûsyayê dest bi êrîşê kir.
Serokê Rûsyayê Pûtîn bang li Ûkraynayiyan kir ku dest ji çekên xwe berdin û vegerin cem malbatên xwe.
Serokkomarê Ûkraynayê Zelenski jî alîkarî ji raya giştî, Amerîka û Ewropayê xwest ku li dijî Rûsyayê bisekinin û demokrasiyê biparêzin.
Hewceyî gotinê ye ku gelê Ûkraynayê jî dest bi koçberiyê kirine û ji mal û bajarên xwe derdikevine.