Erîşên terorîstî ya doh êvarê li ser Hewlêrê, bi tundî şermezar dikin 

Li gor ragîhandina Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê li Kurdistanê doh êvarê 12 mûşekên balîstîk ji derveyî Iraqê bo bajarê Hewlêrê hatin avêtin.

Rojnameya Wall Street Journal, gotinên berpirsên Amerîkî ragihandiye ku mûşekên ji Îranê hatine avêtin konsulxaneya nû ya Amerîkî ya ku li Hewlêrê tê avakirin. Karbidestên Amerîkî ji Wall Street Journal re ragîhandiye ku konsolosxaneyê nehatiye derb kirin û ti personelên Amerîkî jî birîndar nebûne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Kurdistanê, ragihand piştî ku mûşekan li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê ti ziyanên canî nehatine ketin.

Ev ne yekem erîşên terorîstiye li ser başûrê Kurdistan li bajarê Hewlêrê. Yekgirtin û yekrêzîya partî û hêzên Kurdistanî, parlamento û Hukumeta Herema Kurdistanê û xelkê me yê hestiyar û fedekar, bersîva hemû erîşan daye û bi yekrêzîya xwe ve, wê bersîva vê erîşa hanê jî bidin.

Em wek Federasyona Komeleyên Kurdistanê, vê erîşa terorîstî bi tundî şermezar dike. Li dijî erîşên terorîstî daxwaza xurtkirina yekgirtina gelê Kurdistanê, Parlamene Herema kurdistanê dike.

Bang li Neteweyên yekgirtî û Yekitiya Ewrûpayê dike ku li hember erîşên terorîstî bê deng nemînin û piştgiryên xwe bo Herema Kurdistanê nîşan bidin.

13.03.2022

Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd

___

Macarîstan: Ji ber qezaya trafîkê sê koçber mirin 

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Hannoverê Kom Bû 

KDC

Sîrwan Barzanî: Metirsiya terorê li ser Mexmûr û Qereçox berdewme

KDC
KDC

FREE
VIEW