Berdevkê Heşda Şebî: Vekişîna DYAyê Ji Iraqê Wê Nebe Metirsî Ji Bo Kurdan

Berdevkê Heşda Şebî di gotarekê de dibêje, heman senaryoya li Afganistanê dubare nabe eger hêzên Amerîkî vekêşin, ew jî tekez dike ku hemî hêz û alî di hikûmetê de beşdar in, lewma rewşa Iraqê ji rewşa Afganistanê cudatir e.

Berdevkê Eniya Bakurê Iraqê ya Heşda Şebî Elî Huseynî ragihand ku DAIŞ ne di meriyetê de ye û rêxistina çekdar a terorîst kêm bûye, ew di rewşeke xirab de ne û bi navê zekatê bi darê zorê pere ji gundiyan distînin.

Her wiha destnîşan kir ku di operasyona dawî ya hêzên Iraqê ya li ser Hemrîn û rojavayê Kerkûkê de belge û dokuman ji DAIŞê wergirtine ku rêxistina wan a terorîst êdî ne komek e, bûne komên cûda û her komek ji bo xwe dixebite.

Tirsa dubarebûna senaryoya Afganistanê wek tirseke ne rast bi nav kir û di egera vekişîna hêzên Amerîka de tekezî li ser wê jî kir ku Hikûmeta Iraqê ji Kurd û Şîe û Suniyan pêk tê û ti pirsgirêk çê nabin, ji ber ku hêzên Iraqê hemû pêkhateyan di nav xwe de digirin.

Elî Elhuseynî rexne li çavdêrên siyasî jî girt, ji ber ku ew rewşa Iraqê bi Afganistanê re didine berhev û wan gunehbar dikin.

KDC

FREE
VIEW