Hûrgiliyên Mirina Malbateke Kurd a li Îrlandayê

Karzan Sabah, jina xwe û zarokên xwe ji bo xwendinê li Îrlandayê dijiyane. Berî xwendina xwe biqedîne di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dane.
Karzan Sabah Derwêş di sala 2014an de zewiciye û di sala 2017an de bi jina xwe re ji bo doktorayê bixwîne çûye Îrlandayê.

Xortekî ji Herêma Kurdistanê bû, xelkê Behirkeyê ye, bi hevjîna xwe Şehên, bi keça xwe Lînayê re ji bo ku derbasî mala xwe ya nû bibin bi rê dikevin lê berî ku ew bigihîjin mala xwe ya nû qezayeke trafîkê dikin û her sê jî canê xwe ji dest didin.

Medyaya Brîtanyayê ragihand ku di encama lihevketina sê otomobîlan a li ser rêya derve ya M-6 a Îrlandayê de 4 kes mirine ku di nav wan de dê û bav û pitik jî hene û di cih de jiyana xwe ji dest dane.

Di derbareyê kesê din de jî medyaya Brîtaniyayê aşkere kir ku şoforê otomobîlê bûye

Ajokarê erebeya berovajî diajot.

Di heman demê de hate gotin ku otomobîla ku li beranberî kolanê li tirimbêla wê malbatê qelibî, ji rêya ajotinê derket û li erebeyeke din qelibî û di encamê de ajokarê erebeya sêyemîn birîndar bû, lê birîna wî ne giran bû, rewşa wî stabîl e.

KDC

FREE
VIEW