Sê saziyên navneteweyî daxwaz ji welatên Ewropayê dikin ku zarokên penaber binçav nekin 

Sê rêxistinên navneteweyî bang li welatên Ewropayê dikin ku zarokên penaber nehewînin, ji ber ku bandorên tenduristî û psîkolojîk çêdike û tedbîrên alternatîf pêşniyar dikin 

UNICEF, Komîsyona Bilind a Penaber û Koçberiyê ya Navneteweyî hişyarî da welatên Ewropayê ku girtina zarokan û cihêkirina wan ji malbatên wan, wê bandoreke tenduristî û psîkolojîk li pêşeroja zarokan bike û banga tedbîrên guncaw û alternatîf dikin 

Rêveberê Herêma Ewropayê Bescal Murû wiha got: “Hemû dewletên Ewropayê gihîştin wê encamê ku girtina zarokan û dûrxistina wan ji malbatên wan ne çareserî ye, lê pêdiviya zarokan bi hawîrdoreke tijî hezkirin û refah heye, ev jî malbat peyda dike

ZAROKÊN HATINE KOÇBERKIRIN ZAROK JI HER TIŞTÎ NE, LÊ HEMÛ ÊŞÊN JI BER KOÇBERÎ Û ŞÎDETÊ NE’ Rêvebera Herêma Ewropa û Asya Navîn li UNICEF’ê koordînatorê taybet ê zarokên penaber ên li Ewropayê Afşan Khan got, “Pêwîste bi her awayî vê yekê bisekinîne û li şûna hişmendiya civakî cih bigire û cihêkariyê nexe navbera zarokan 

Dîrektorê herêmî yê Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî li herêma aborî ya Yekîtiya Ewropayê û Bakurê Atlantîkê Ola Henrîkson got: “Yekgirtina malbatî di berjewendiyên herî baş ên zarokan de ye.” Em hikûmetan teşwîq dikin ku ji bo guhertina girtina zarok û koçberên malbatî bernameyên civakê bixebitin û pirsgirêkên wan û alternatîfên wan ên ku girêdayî mafên wan hatine îsbatkirin ku gelek bi bandor in, çareser bikin 

Di dawiyê de, her sê rêxistin hukumetên Ewropî teşwîq dikin ku bernameyên civakî berfirehtir bikin, afîş li cihên giştî werin danîn, behsa mafên zarokan, pêşvebirina kursên civakî, bi taybetî guhertinên di awayê pêşwazîkirina koçberan de, hawirdoreke bêtirs û bêfikar û cudahiya di navbera koçberan de pêk bînin, ev yek jî di hişê zarokan de tecrûbeya pêşveçûna tam çêdike 

Li welatên Ewropayê, di demên şîdeta malbatî ya li hemberî zarokan de, ji bo parastina hawira guncaw a zarokan, divê lênêrîna civakî ya zarokan bê girtin û ji malbatên wan bê qutkirin 

Soran Hesen

___

Almanya Ji Bo Belarûsê Li Cezayeke Nû Digere

KDC

Kurdek Li Fînlandiyayê Bûye Namzet

KDC

Îsraîl û Rûsya Ji Bo Derxistina Îranê Ji Sûriyeyê Wek Hev Difikirine

KDC
KDC

FREE
VIEW