( NEXŞÊ JÎNÊ )

Ceng e îro agir e, van rihdirêjan gur dikin
Pîle pîlan in dihûnin, xwîna sor e fir dikin
Lewlebaz in ceng beraz in sîxuran xurtir dikin
Li welatê rojhilat, sêwiyan ew pir dikin
Ev hezar sal in rijêm in her dizorin ser gelan
Nexşê jînê kir ne pîrepind li çavan wer dikin
Kerb û kîna van dumuhran kevelê min tê birîn
Hebs û zîndan e cihê min, roja min winda dikin
Ez bi rêkeftim li waran her dipîvim bost bi bost
Ev welatê şîn û şahî , lê tixûban reş dikin
Rêça min şop û gihora şêrgela ne ser çiyan
Her tu cengê ji me dixwazî, lê bi aştî kar dikim
Awirên min çavxezal in, ser çiyan dil sipî dikin
Awirên te yên Guran e dev ji xwînê sor dikin
Qada min tev de dikolin, jê dizê her zîv û zêr
Miletê min birçî ye, zarok ji nêza qîr dikin
Ev miletê serbilind îro li çolan der bi der
War guhastin bê serî, çûne li belana ketin
Bûne sêwî û perîşan in ser delavê qeşmeran
Şev û rojê dihilweşin, kar û xebatê ji bîr dikin
Ev e daxwaza rijêmê vî gelê min bidine paş
Maf û armancan nehêlin, çav li ber deryê mezin
Kundê kor e li çar kinaran wa dixwînê şev û roj
Ziwa dikin qada me îro, gul ji tihnan va mirin
Gund û bajar kirine kavil kaniyên me ziwa dikin
Gawirin îro dizorin vê biharê qir dikin

Miletê min nale nale, êş û jan va lê civîn
Hilgirin barê xwe îro, dest bi dest Kurdperwer in
Bavê Kemal im dibêjim: miletê min raperî Îro
ceng e werne qoşmê vê xebatê nû bikin
Vegerin warê xwe îro ey gelê Kurdê lehing
Mergê Rovî reve her dem Şêr ji waran narevin
Bimînin darê çinara her li waran serbilind Zîrevan
bin tev li qadê nexşê jînê nû bikin
Emer ismayîl

___

Şehîdên 1ê Sibatê di dilê Kurdan de naçe der

nusar1

Serokê Xaça Sor Ya Navneteweyî Bangek Li Rûsyayê Kiriye 

KDC

Ji Ber Trump, DYA Wê Bi Mîlyon Dolaran Tazmînat Bide Penaberan

KDC
KDC

FREE
VIEW