Terorkirina Dr. Qasmilo û hevalên wî

berî 32 salan  di 13ê tîrmehê
sala 1989an de Dr.Ebdulrehman Qasimlo sekreterê giştî yê PDK Îranê û kak Ebdullah Qadirîazer endamê Komîteya Navendî a PDK Îranê û Fazil
Mihemed Resûl ku Kurdekî başûrîye û dostê PDK Îranê bû, di bajarê Viyenê de ketine ber dest dirêjiya çekên çend kes ji terorîstên Komara Îslamî a Îranê û hatine şehîdkirin.

Ew terorîstên ku wekî nûnerên Komara Îslamî a Îranê û bi armanca gengeşekirina li ser pirsa Kurdên rojhilat bi wan re rûniştina hevpar pêk anîbûn.

Di rastî de ev cinayeta tenê derheq xelkê Kurdistana rojhilat û PDK Îranê nehatibû kirin, belkû gefeke rastewxwe bû li ser hukûmeta
Nêmsayê û bêhurmetiyeke gelek mezin jî bû bi dijî yasa û pirensîpên navneteweyî, çimkî terorîstên Komara Îslamî a Îranê bi navê
dîplomat ji pasporta dîplomatîk sûd wergirtin û bi vî awayî karîn bêyî  ku çi astengekî bikeve ser rêya wan, vê pîlana xwe ya nemirovane rêve bibin.
Lê mixabin dezgeha dad û aramîyê ya dewleta Nêmsayê li hember vê pîlana nemirovî de bêdeng bû.
Danûstandinên bazerganî li navbera Îran û Nêmsayê ji aliyekê ve, û bê desthilatî û hejariya neteweya Kurd ji aliyekî din ve bûne sedema vê yekê ku dad û tore yên exlaqî, mirovî, û demokrasî bibne goriyê qazanc û berjewendiyên dewleta Nêmsayê .
Ji me re jî eyan bû ku demokrasî û mafên mirov heya wî çaxî têne berçavgirtin ku bi qazancên dewletan re yek bigrin.

Bi şehîdbûna Dr. Qasimlo, PDK Îranê û neteweya Kurd rêberekî gernas û rêzan, tevgera demokratîk û şoreşvanî ya welatê me jî kesayetiyekî gelek hêja û pêşeng ji dest dan.
Mirovên mezin ne tenê di dema jiyanê de mezin in, belkû di dema mirinê de jî her wisa
mezin dimînin, çimkî mirovên mezin hekî di dem û qonaxên curbicur yên jiyana xwe de dikarin mînaka xizmetên mezin û jibîrnekirî bin û bandorên kûr li ser jiyan û xebata xelkê danên, bi mirina xwe jî neteweyekê û welatekî dihejînin û bi milyonan mirovan kovandar dikin.
Bi şehîdbûna Dr. Qasimlo ku hem rêber û hem rêzanê zana yê me bû, bi hezaran pêşmerge, dehan hezar kes ji endamên PDK Îranê , bi sedan hezar heval û bi milyonan kesî ji
xortên neteweya me û di rastî de bîr û raya giştî ya azadîxwazên cîhanê rondik rijandin.
Hekî mirina hinek kesan bi bihurîna zeman ji
bîra mirov diçe, lê nav û bîra vî rêberê me yê mezin û kiryarên wî ji bîra çi azadîxwazekî/ê naçin.
Dr. Qasimlo di tewaya jiyana xwe de ji bo xizmetkirina bi gelê xwe xebitî û her di rêya serbilindî û serfiraziya neteweya Kurd de jî canê xwe gorî kir .

___

Roja Ala li navenda Londonê hat pîrozkirin

nusar1

Derhênera Sînemayê Nesrîn Abîdîn

KDC

Proposal for lateral entry not because bureaucracy is inefficient: Government

kurdish dc
KDC

FREE
VIEW