Navenda Revenda Kurd Li Fînlandiyayê Bi Şaredarê Bajarê Soloyê Re Civiya

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt li Fînlandiyayê civînek li dar xist û piştî civînê li mala berpirsê bajarê bajarê Soloyê bi amadebûna qaymeqam û şaredarê bajêr hevdîtinek pêk anî.

Îro roja yekşemê di 31.10.2021an de bi serpereştiya Hewraman Elî Tofîq Berpirsê Ragihandina Navendê û Kejal Derwêş ê Berpirsê Peywendiyên Navendê bi amadebûna endamên Navenda Revenda Kurd li Finlandiyayê û ligeş çend kesên ji Kurdên dîasporayê civînek li bajarê Solo ya Finlandayê saz kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di civînê de mijarên çalakî, bername û planên ji bo pêşeroja Navenda Fînlandiyayê û berfirehkirina navendê hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinê de beşdaran nêrîn û ramanên xwe anîn ziman û civîn du saetan berdewam kir û rêveberên navendê yên nû li Fînlandiyayê hatine hilbijartin.

Di çarçoveya serdana xwe ya Fînlandiyayê de û piştî civîna navendê, di hevdîtineke taybet de bi Şaredar Efro Vineio û Serokê Encûmenê Şaredariyê Yanî Lauluma re, li bajarê Raîsio di hevdîtinekê de civiyan. Civîn li Navenda Fînlandiyayê hat lidarxistin û tê de behsa dostaniya Kurdistanê û Fînlandiyayê, hevkariya di navbera Navenda Revenda Kurd, aliyên berpirsyar û Partiya Sosyal Demokrat (partiya siyasî ya duyem) hate kirin.

KDC

FREE
VIEW