Kanada: Federasyona Revenda Kurdistanî hat damezrandin


Roja şemiyê 23.09.2023, li ser pêşniyara komîteya cîbicîkar û bi amadebûn û çavdêriya rasterast ya birêz Rehîm Reşîdî nûnerê konfederasyona Revenda Kurdistanî li Amerîka û Kanadayê, Federasyona Revenda Kurdistanî li bajarê Ottawa yê Kanada hate damezrandin.
Civînê bi marşa sirûda netewî ya Ey Reqîb û ragirtina çend xulek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê pakê pakê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê dest pê kir. Piştre birêz Dr. Osman Xoşnaw kesayetiyê diyar ê diyaspora Kurdistanî li Kanadayê bi fermî vekirina civînê kir û çalakiyên diyaspora Kurdistanî bi giştî û bi taybetî jî li Amerîka û Kanada yê bi serkeftî wesif kir.


Paşê birêz Şîfa Barzanî Berpirsê Revenda Kurdistanî li Dîska Baregeha Barzanî, bi rêya telefonê beşdarî civînê bû û hêviya serkeftinê ji beşdaran re di xizmetkirina doza rewa ya Kurdistanê de xwest.
Di beşeke din ya civînê de, nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Amerîka û Kanadayê Rehîm Reşîdî, bi hûrgilî behsa girîngî û pêwîstiya Federasyona Revenda Kurdistanî kir û mekanîzma damezrandina Federasyona Revendê jî da xuyakirin ku piştî damezrandina 5 navendanli sertanserê Kanadayê gîhan hev û Fedrasyona Revenda Kurdistanî li Kanada ava kirin. Federasyon wê li jêr Konfederasyona Revenda Kurdistanî de têkoşîna xwe bimeşîne.
Reşîdî tekez kir ku Federasyona Kurdên Diyaspora li Kanadayê bi armanca komkirina Kurdan û yekkirina hêz û şiyanên xwe bo xizmeta Kurdistanê û weke saziyeke demokrat û serbixwe dê bibe milkê her Kurdekî dilsoz û nîştimanperwer li Kanadayê ku baweriya wan bi serxwebûn û azadiya Kurdistanê heye.
Nûnerê Konfederasyonê da zanîn ku ew bi giştî li ser nifşên duyemîn û sêyem ên ciwanan dixebitin û hewl didin ku Kurdan zêdetir tevlî sîstema Rojava bikin da ku ji bo doza rewa ya Kurdistanê zêdetir piştgirî bi dest bixin.
Di xala dawîn de jî bo komîteya Birêvebir, Sertip Kakeyî, Şuan Axa Xefûrî û Mam Hossadan wek endamên sereke û Rezna Behrooz û Amir Mihemedî jî wek cîgir hatin hilbijartin.
Paşê di yekemîn civîna komîteya hilbijartî ya Federasyona revenda Kurdistanî li Kanadayê, Sartîp Kakeyî wek serokê Federasyonê û Şuan Axa Xefûrî jî wek cîgirê serokê federasyonê hatin hilbijartin.

KDC

FREE
VIEW