Referandûm Qelşek mezin li peymana Lozanê ye!

Gelê Kurdistanê di roja 25ê Îlon 2017an da, bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûmek pêk anî. Wê rojê gelê Kurdistanê bi îrada xwe ya azad çûn ser sandoqan. Di hilbijarinê da, ji % 93`ê yên hilbijêran gotin erê bo dewletbûna Kurdistanê.

Referandûma 25ê Îlon 2017an di dîroka gelê Kurdistanê pîrozttirîn roj e û cîhek xwe yê taybet û girîng heye.

Ji bo ku referandûm pêk neye dewletên dagîrker wek Tirkiye, Îran û Iraq, erîş û tehdîtên xwe li ser Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî li ser rêzdar serok Mesûd Barzanî, bi hemû ewayî didomandin. Lê serokê herema Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û gelê Kurdistanê guh nedan tehdît û erîşên dewletên dagîrker û referandûmê pêkanîn. Gelê Kurdistanê vîst û daxwazên xwe di referandûmê de bi ewayek demokratîk, îradeya xwe nîşan da û bi rêjeya % 93`yên dengan ve gotin erê bo serxwebûna Kurdistanê.

Îradeya gelê Kurdistanê di referandûma 25ê Îlon 2017an da, tapuya serxwebûna Kurdistanê ye. Tu hêz û alî, wê nikaribin pêşî li daxwaza rewa ya gelê Kurdistanê bigrên. Yan îro yan jî sibê, wê serxwebûna Kurdistanê pêk bê û Kurdistan jî bibe dewletek azad û demokrat. Her ji bo vê yekê, em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî, carek din bal dikşînin ser yekitiya hêzên Netewî û Kurdistanî!

25.09.2023

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC

FREE
VIEW