Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd şeva helbestan li dar dixe

Di 24.9.2023 an de Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd bi amadebûna komeke ji nivîskar û roşenbîran li bajarê Essnê li Elmanya yê
li hola Hêlîn ji bo nivîskar û helbestvan Narîn Omer şeveke helbestê li dar xist. Rêveberê şevbuhêrkê endamê komîteya Çalakiyên Yekîtiyê nivîskar Elwan Şivan bixêrhatina helbestvana kurd û amadebûyan kir . Helbestvan Narîn Omer bi kurtî axaftinek li ser jiyana xwe da nasîn, perwerde ,gihandin û zayina xwe ya li bajarê Dêrikê anî ziman û pêre li ser çanda malbata xwe jî sekinî. û bavê wê ku di destpêka jiyana xwe de koça dawî kir.


helbestvan Narvîn her wiha anî ziman ku ew beşdarî gelek semînerên çandî, siyasî û jinan bûye û helbestên xwe bi zimanên Kurdî, Erebî û Elmanî xwendiye. Paşre cihê pirs û pirsiyarên amadebûyan hate vekirin û şevbihêrk bi helbestên wê yên bi awazên mûzîkê re bi dawî bû û di dawiyê de berhemên xwe yên wêjeyî îmze kirin û diyarî amadebûyan kirin. Hêjayî gotinê ye ku helbestvana kurd di gelek kovar, rojname û malperên kurdî û erebî de dinivîse û diweşîne û kanalên satelaytan û ajansên medyayî yên cuda pê re peywendiyê dikin.

Yisra Zibêr

KDC

FREE
VIEW