Malpera fermî ya navenda Kurd li derve

Malpera fermî ya navenda revend a Kurd, ji aliyê Kurdistanî yên diyasporayê ve hatiye vekirn, ew jî beşeke ji berdewamiya çalakî û bername yên navendê ne, jiber ku damezrandina malpereke fermî di plan û bernameyê wê de bû, da ku deng û rengên Kurdistanî yên berbelav bi rêya evê malperê bigehînin hemû alîyan, lewma em dikarin çalakî û daxwaz û pêşeroja diyaspora Kurdistanê tevî cudahiya nerînan lihev kom bikin û tevî hemecoriya reng û sînor û bîrdozî  yên Kurdistanî, da ku êdî em karî nin Kurdên berbelav li dervey welat li jêr sêbera evê sîwana neteweyî û niştimanî de bigehînin hev.

Bê guman gaveke bi vî awayî, bi kar û xebat û serkeftina Kurdên diysporayê û endamên navendên revendên Kurd ve girêdayîye. 

Ev malper mala hemû Kurd û Kurdistaniyekî ye, deriyekî vekirî ye ji bo çalakî, babet, gotar, dîtinên cuda jibo dema niha û pêşerojê. 

Em bi hêvî ne, ku em hemû li vêderê bin daku karîbin deng û reng  xwe tevî erkên xwe yên giring pêşkêş bikin. 

Navenda Revand a Kurd Li Derve

KDC

FREE
VIEW