Li Bakurê Kurdistanê golek bi temamî miçiqî ye

Goleke bakurê Kurdistanê ji ber bê baraniyê bi temamî miçiqî ye û çûk bi taybetî flamîngoyan ji wir koç kirin e û ji herêmê derketine.

Gola Akgolê li nêzî bajarokê Qerqelî ya Wanê ku xwedan qada 407 hektarî bû, îsal ji ber kêm barîna baranê miçiqî ye.

Gola Akgolê ku 30 kîlometre dûrî bajêr e ku ava wê ji berf û baranê tê, neh kîlometre li peravê ye û ziwabûnê îsal bandoreke neyînî lê kiriye.

Her sal dema ku demsala koçkirinê dest pê kir, gol bi hezaran çûkên ji dehan cûreyên cuda vedihewîne lê îsal xwezaya wir bi temamî guherî.

Rêveberê Navenda Parastin û Xwedîkirina Heywanên Kovî ya Zanîngeha Yuzunci Yilê Profesor Dr. Luqman Aslan ji Ajansa Anadolê re axivî û got, “Zuhabûna ku di rojên dawî yên biharê de li golê destpê kir, surprîz bû.”

“Di rastiyê de me hêvî dikir ku ava golê di tîrmeh û tebaxê de kêm bibe lê ziwabûn di demeke gelekî nêz de çêbû.” Ev yek wê bi giranî bandorê li jiyana çûkên kovî bike. Di rojên pêş de bi taybetî di meha Tebaxê de wê ziwabûnê zêde bike. “Ev yek wê encameke neyînî li ser çûk û jiyana çolê bi xwe re bibe.”

Mixtarê taxa Bagerîçkî ya peravê golê Necmettîn Yalin got, “Ev çend sal in me hişkbûn nedîtiye. Kaniyên ku bi salan e av didin îsal hişk bûn. Ev der cihê daketinê yê flamîngoyan bû. Gelek celebên çûkan tên vê derê. Ev der cîhê veniştina çûkan e, mixabin ji ber zuhabûnê çûkan koç kiriye. Gol bi temamî miçiqî ye.”

KDC

FREE
VIEW