Destpêkirina Hilbijartinên Serokatiya Îranê

Ku dengdana ji bo hilbijartinên serokatîya wî welatî dest pê bû, îro serê sibehê bi deh hezaran binkeyên dengdanê li hemû deverên Îranê hatin vekirin û Xamneyî daxwaza beşdariyeke mezin kir.

Dengdan wê ji saet 07:00 ê roja Înê heta nîvê şevê, li 66 hezar 800 sindoqên dengdanê yên li her 31 parêzgehên Îranê bê kirin û ji 59 mîlyon û 310 hezar welatiyan zêdetir mafê dengdanê heye.

Di hilbijartinan de çar berbijêr hene Îbrahîm Reisî serokê encûmena dadwerîyê, Muhsîn Rezayî cîgirê serokê encûmenê, Emîr Husên Qazî Zade Haşimî û Ebdulnasir Hemetî parêzgarê banka navendî.

Li gorî anketên raya giştî, tê payîn ku Îbrahîm Reîsî dê di hilbijartinê de bi ser bikeve.

KDC

FREE
VIEW