Beyama serok Barzanî di

  Salvegera bîranîna dastana têperandina Çemê Aras

Bi navê xudayê dilovanê mehrevan 

Îro bîranîna heftî û çar salin li ser dastana dîrokî ya Barzanî û hevalên wî di têperandina çemê Aras de  derbas dibê di18/6/1947 , piştî pêncî û sê rojan ji şer û têperandina sînorê Eyran , Îraq û turkiyê û rûbrûbîna leşker û supayên van dewletan û şikandin û pûçkirina hemî êrîşên van hersê welatan di wê rêya dûr û dirêj û sexte de Barzanî û hevalên xwe karîn çemê Aras têperînin û xwe bighînin xaka Yekîtiya Sovyet .

Ew destane rehindî netewî û mêjiwî û siyasî û serbazî mezin hebî , kargêrekî yekla li ser mana doza rewaya kurd kir di wî demî de û di qûnaxê piştrejî .

Piştî roxana komara kurdistan li Mihabadê hemî hewlên dijminan ewbî ku kotahî li xebat û tekoşîna gêlê kurdê bindest bînin û viyana mirovê kurd bişkînin .

Lê di wê destana mêjiwî de viyana gelê me bi ser pîlanê dijminan ket ev vedgerê viyana berxwedan û xwe ragîriyê ya ku her dimînê di kar û xebata kurd de .

ew viyan ji hemî hêz û supa û pîlana bi hêztire .

Dastana mêjiwî ya Barzaniyê nemir û hevalên wî di têperandina çemê Aras de ev bersiva dagîrera û bindestiyêbî , omîda mayîna    xebatê  di dilê gelê kurd de zindî hişt 

Mesod Barzanî 

18 hezîran 2021

KDC

FREE
VIEW