Li Yewnanîstanê penaberekî Kurd di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da

Penaberê Merîwanî yê ku berî du hefteyan li Yewnanîstanê di encama qezayeke trafîkê de birîndar bibû, ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Roja Çarşemê di 23-6-2021an de penaberekî Merîwanî yê bi navê Ramin Şerîfî ku berî 18 rojan li Yewnanîstanê di encama qezaya trafîkê de bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneyeke wî welatî jiyana xwe ji dest da.

Ramin Şerîfî roja şemiyê otomobîleke penaber tê de li bajarê Kawala ya Yûnanistanê qulibî. Di qezayê de du penaberên ji Merîwanê, Luqman Ahmed û Ramîn Şerîfî birîndar bibûn.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku du penaberên din ên ji Merîwanê Muhsin Ehmedî û Rizgar Qurbanî di cih de jiyana xwe ji dest dane.  
Cenazeyên her du kesan berî çend rojan hatine vegerandin ku hikûmeta Îranê ji bo ku her cenazeyekî vegerîne 500 milyon toman ji malbatên wan wergirtiye.

Ev bûyera beriya niha ji aliyê yek ji wan penaberan hatibû ragihandin ku polîsên Yewnan li dû wesayîta ku penaber tê de bûn çûn, wesayit ji ber leza zêde qulibî ye.

KDC

FREE
VIEW