QAMIŞLO …!!

Pir delal û raperîn e
Qamişloka dilevîn e
Îro dîsa dil birîn e
Qedera Reş Çav bi xwîn e

Dijminê hov dilîlîne
Ser Xaka wê xwe dibîne
Agirê Sor vêdixînin
Ji Dêrikê ta bigihe Efrînê

Ma qey Çavên te tarî ne!?
Va bûn çend Sal tu nabînî
Çavan veke bimeyzîne
Gund û bajar vala bûne

Erebên Reş cih gitîne
Li Warê Kalan rûniştîne
Qada Zêrîn vegirtîne

Xemil û rewşa te birîne
Nav û dengê te dizíne
Miletê te ne xuyaye
Li ser sînoran tev bilaye
Dîlbera te perîşane
Xwişka Hewlêr ew nîşan e

Waş û kahnî Reş û şîn e
Girê sipî girî û şîn e
Efrîna me dil birîn e
Daraên Zeytûn dinalîne

Wa delalê nû gihayê
Ey Rojava nav bûhayê
Xemil û xêza te hêjaye
Qelen Xwîna Sorgula ye

EMEL HESEN

___

Why property buyers love the West Coast Peninsula

kurdish dc

‏Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn di pergala/ sîstêma federal de ye

KDC

BT making progress on turnaround plan with earnings rise Copy

kurdish dc
KDC

FREE
VIEW