Navenda Düsseldorfê Kongreya Xwe li Dar Xist

Navenda Dîaspora ya Kurdistanê li Düsseldorf li bajarê Buchum ê Elmanyayê kongreya xwe ya salane li dar xist.
Di roja 07.07.2024´an de kongreya Navenda Kurdistanî li bi amadebûna Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil, Cîgirê Serokê Konfederasyonê Hewramanî Elî Tofîq, Sekreterê Konfederasyonê Kovan Amedî hat li dar xistin.
Di heman demê de gelek federasyon, rêxistin û komeleyên ku endamên Konfederasyona revenda Kurdistanî wek mêvan beşdar bûn.
Konferans bi sirûda Ay Raqîb û rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê ki. Dûra serokê konfederasyonê axaftinek kir. Pîştî axaftin û hinek ronkirina prensîbên kongreyê, programek hunerê ji aliyê hunermendên rojavayî Zuber Salih û Cemîla çend berhemên hunerî yên xweş pêşkêş kirin.
Piştre jî weke pêngava dawî, ji bo hilbijartina endamên komîteya Birêvebirên nû derî ji namzetiyê re hate vekirin û di pêvajoyeke demokratîk de komîteya nû hate hilbijartin.
Kesên ji bo Komîteye Birêvebir hatin hilbijart ev kesên navên wan li jêr e.
1- Ebdullah Cundî
2- Gulistan Arnasî
3- Kurdistan Elî
4- Guhar Memo
5- Can Kurd
6- Yusra Zuber
7- Erîş Ehmed
Du endamên Cîgir
1- Mistefa Silêman
2- Gulistan Silêman

___

Ji Ber Trump, DYA Wê Bi Mîlyon Dolaran Tazmînat Bide Penaberan

KDC

Proposal for lateral entry not because bureaucracy is inefficient: Government

kurdish dc

Jinên Kurd di demên berê de di her warî de ji jinên nûjen xwedî roleke erênîtir bûn

KDC
KDC

FREE
VIEW