Parlamenterekî Kurd Yê Swîsreyî Pîrozbahî Li Navenda Revenda Kurd Kir

Parlamenterekî Swîsreyî peyameke pîrozbahiyê ji Navenda Revenda Kurd li derveyî welat re şand û got ez spasiya we dikim ji ber xebata we ya li Ewropayê.

Peyamê:

Xwuşk û birayên hêja
Hevalên bi rûmet
Di destpêkê de sipasiya xwe ji we re dikim ku hûn li Ewrûpayê ji bo revendekî xurt têdikoşin.

Ez wek Kurdekî parlameterê Swissreyê, li parlamentoya Swissrê wek serokê entegrationê ya Partiya Sosyaldemokrat li ser entegrationa biyaniyan kar û xebatê dikim.
Peyama xwe jî wek serokê entegrationê pêşkêşî we dikim.
Di vê peyamê da dixwazim li ser girîngiya jiyana diyasporayê hin tiştan bînim ziman.
Cûrbecûr sedemên penaberiyê hene. Xeterekî herî mezin ew e ku kesek ji axa xwe bê veqetandin û li ser axekî biyanî dest bi jiyaneke din bike.
Sedem çi dibe bila bibe ew êşa veqetandinê ji axa xwe trajediyeke giran e.
Ji ber ku îro tenê sedemên aborî û asayişê tên nirxandin.

Penaberî her tim wek çalakeyeke politîk tê şîrovekirin lê sedemên penaberî û hewcedariya wê nayê dîtin.
Wek penaber mirov her tim mecbûrê ziman û çandekî biyanî dibe.
Mirov jiyanekî aram hêvî dike lê bi jiyana nû re pirsgirêkên nû jî destpê dikin. Zarokên penaberan di nav civatê de mezin dibin, mixabin pirsgirêkên wan jî mezin dibin. Ji bo pêşketina civatê ev tişt gelek girîng in.
Sedemên penaberiyê tu car nayên nîqaşkirin. Ji ber vê yekê jî penaber pêwist e ku di nav jiyana xwe de daxilê jiyanekî siyasî û sosyal be.
Lê mixabin ev daxilbûn gellekî hindik e. Ev jî ji bo jiyana wan, ji bo pêşeroja wan problemên nû tîne holê. Ev problem him li ser jiyana wan a rojane him jî li ser entegrationa wan tesîrekî mezin dike.
Eger rewşa penaberan baş be him dewlet û him jî civat biser dikeve.
Di koçberiyê de çandek wenda dibe. Ji ber ku di jiyana penaberiyê de penaber nikarin çanda xwe bijîn. Hûn biecibînin an neecibînin li derveyî welat guhertinek çê dibe, ya girîng ew e ku hûn vê guhertinê çawa dinirxînin.
Bi tecrubeya xwe dikarim bibêjim ku, em dikarin van guhertinan ji bo xwe erênî binirxînin.
Dîsa bi tecrubeya xwe dibînim ku salane gelek Kurdên me bi kedekî mezin û bi rûmet ziman û çanda xwe didin jiyandin. Ev keda wan bi rastî ji bo me serfiraziyek e. Ev xebata wan min kêfxweş dike.

Mustafa Atici
Parlementer

KDC

FREE
VIEW