Salroja Bibîranîna Karesata Helebçe li Stockholmê Hate li Darxistin


Di roja 15.03. 2024´an de li Sweêd li bajarê Stokholmê, li Dêra Adolf Fredriks Kyrka yê hate li dar xistin.
Merasîm ji aliyê Rojnamevan Kurdo Baksî û Xatûn Ingela Karlsson ve hate birêvebirin.
Serokê FKKS´ê Berzan Koçkaya, Nûnerê Hukumeta Herema Kurdistan li Swêd, Shoresh Kadir Rahem, Nûnerê Komîteya Hevkarî Alî Cuma, Parlamenterê Swêdî ji Partiya Lîberal Fredrik Malm, sekreterê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kovan Amedî û Parlamentere Swêdî Andreas Lennkvist Manriquez ji Partiya Çep axavtninek li ser karesata Helebçeyê kirin.
Axaftvanan di axavtinên xwe de bal kişandin ser zulm û zordestiyên ku li ser gelê kurd hatiye kirin û îşaret li bêdengîya Cîhanê kirin ku divê Cîhan li hember zulma ku l igelê Kurdistanê tê kirin bê deng nemînin.


Nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanê Kovan Amedî jî di berdewamiya axaftina xwe de got: ” Divê neyê jibîrkirin ku dabînkirina ewlekariyê, aştî û aramiya li herêmê, girêdayî wê yekê ye ku Kurd li welatê xwe bi azadî bijîn. Di vê wateyê de berpirsyariyeke girîng a NATO û Yekîtiya Ewropayê heye.”
Di navebeyna axaftvanan de, hunermend Ertan Toprak jî bi bilûra xwe şend musîkên matemî lê da.

KDC

FREE
VIEW