Şandeya rêxistinên civaka sivîl ên jinên Kurd li Parlamentoya Düsseldorf a Navçeya Nordrhein-Westfalen

Di 14’ê Adara 2024’an de şandek ji rêxistinên civaka sivîl ên femînîst ên Kurd bi nûnertiya Komeleya Roşan Bedraxan, Komeleya Axen û Rêxistina Jinên Kurd ên Azad ku ji aliyê aktîvîst Xunav Haco ve hatibû organîzekirin, beşdarî merasîma Roja Jinê ya Cîhanê bûn. Li ser vexwendina fermî ya Cîgira Serokê Parlamentoya Dusseldorfê Xanim Bêrîvan Aymas û Wezîra Malbat, Ciwanan û Entegrasyonê Josefina Pawel li Parlamentoya Dusseldorfê ya navçeya Nordrhein-Westfalen. Bi vê boneyê çend gotin ji aliyê hin parlementeran ve hatin pêşkêşkirin û hemû jî dan axaftinên xwede anîn ziman û dan xwiyanî li ser nepejirandina nijadperestî, pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyên ku di welatê Almaniya demoqratîk de dijîn, di merasîmê de amadebûneke balkêş ji aliyê şandên Kurdistanî ve ji herçar parçeyên Kurdistanê , bi taybetî Kurdistana Rojhilat, hatibûn , û amadebûna du kevaniyê qurbaniyên şehîdên ku di dema dawî de ji aliyê desthilata Îranê ve hatine bidarvekirin. Piştî ku merasîm bi dawî bû, şanda her sê rêxistinan bi Wezîra Pawell re civiyan û di hevdîtinê de giftûgo li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û rewşa sivîlan a ji ber bombebarana Rêcîma Tirk a li ser gelê bêparastin û binesaziyê axivîn.

Şandeyê her wiha bal kişand ser pirsgirêka Kurd û cihanîna wê li ser maseya muzakereyên navneteweyî. Wezîrê pêşwaziya pêşniyarên derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de kir û daxwaz kir ku hemû awayên zorê ku li ser gelê Kurd rû bi rû mane bên pêşkêşkirin û ji bo ku haya wan jê hebe ji tiştên ku li wir diqewimin bên agahdarkirin. Hêjayî gotinê ku Cîgira Serokê Parlamenê Bêrîvan Aymas ji ber rewşa tenduristiyê nekarî beşdar bibe.
Yusra Zubêr

KDC

FREE
VIEW