Neteweyên Yekbûyî : Li cîhanê hejmara penaberên bi zorê hatine koçberkirin 100 mîlyonî derbas dike 

Ji ber şerê Rûsyayê yê li Ûkraynayê, Neteweyên Yekbûyî yekemcar hişyarî da û diyar kir ku li gelemperiya cîhanê zêdeyî 100 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûne

Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê ragihand ku di 23’ê Gulana 2022’an de zêdetirî 100 milyon kes ji warên xwe li seranserî cîhanê koçber bûne û di heman demê de behsa daneyên nû yên li ser tundî, pevçûn, çewisandin û binpêkirinên li dijî mafên mirovan kir . 

UNHCR diyar kir ku şerê li Ûkraynayê yek ji sedemên reva bi mîlyonan mirovî ye û anî ziman ku pevçûnên demdirêj ên li cihên weke Etiyopya û Komara Demokratîk a Kongoyê faktoreke din a hejmara zêde ye 

Felipo Grand Komîseriyê Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî  got, “Ev yek rekoreke ku divê ti carî nehatibûya destnîşankirin ” û ev bang kir: “Divê ev yek ji bo çareserkirin û pêşîgirtina li tevlîheviyên hilweşîner, qedandina zilmê û destnîşan kir ku sedemên bingehîn ên ku mirovên bêguneh neçar dihêlin ji mal û welatên xwe birevin .

KDC

FREE
VIEW