Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Swêdê li mizgeftan bi hêrs qanûnan tund dike 

Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Swêdê Andiş Yîgman nerazîbûn nîşanî rewşa welêt da û bang kir ku di pêvajoya zewacê de ew bi qanûnên Swêdê ve girêdayî bin . 

Wezîr di hevpeyvîna xwe ya bi Expressen re got şêweyê zewaca li mizgeftan, wê rê li ber mafên zewaca xerab veke . 

Wezîr Got ” Divê em qanûnan tund bikin , ji ber ku divê li Swêdê tişt bi vî rengî nemeşin 

Mizgeftên mezin ên Yavla di malpera xwe ya înternetê de dinivîsin, ji bilî daxwazên qanûnî yên asayî yên dawetê, erêkirina belgeyê ji parêzvana jinan (bav, mam, bapîr an jî bira) tê xwestin 

Wezîrê Koç û Koçberiyê Egman bi tundî bersiv da û anî ziman ku ew jê bawer nake û divê ew li gorî qanûnan tevbigerin. Got, “Dema ku min xwend ez bi hêrs im, ji ber ku li gorî qanûnên Swêdê ew tune ye 

herweha got, “Wezîfeya hiqûqî ya Kammarkollegîet ew e ku destûrê bide zewicandina cemaetên olî” û got “Niha ji bo kesên biryarê didin ku daxwazên mizgeftan qanûna zewacê binpê dikin yan na .

Got, “Eger di qanûnên wan de kêmasî hebe, divê qanûnê tundtir bikin, ji ber ku li Swêdê jinan bi xwe biryara zewicandin an jî berdanê dan . 

Hikûmetê vê hefteyê pêşniyara “rewşeka demokratîk” ya nû pêşnîyar kir ku kontrola aborî ya dewletê ya ji bo sazî û civaka sivîl xurttir bike. Bi nêrîna Egmanê, ev pêşnîyar dê hêsantir bike ku dawî li sazîyên ku nirxên bingehîn yên demokratîk yên Swêdê naynin .

KDC

FREE
VIEW