Li Nemsayê Federasyona Revenda Kurdistanî Hat Damezrandin

Di roja 20´ê meha 7´an 2024´an da li Vîenê nûnerên Navedên Salzburg, Lînz û Vîenê hati ba hev Federasyona Revenda Kurdistanî li Nemsayê ava kirin.
Civîn ji aliyê Mamoste Şerîf ve hate vekirin piştî xulekek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê civîn li gor rojeva xwe berdewam kir.
Serokê Navenda Vîenayê Cemal Omerî jî bi xêrhatina mêvanan û nûnerê Konfederasyonê kir û bi kurtî li ser xebata Navenda Vîenê, civînê agahdar kir.
Piştra sekreter û berpirsê karên rêxistinî Kovan Amedî, li ser kar û xebatên Konfederasyonê, erkên Navend û Federasyonan, wek endam çine axaftinek pêşkeş. Pişti axaftina Amedî, ji beşdaran gelek pirs hatin kirin. Pirsên endam û nûneran yek bi yek hate dayin. Piştî pirs û bersîvan bêhnvedan çê bû.
Di rûniştina duwem de organên Federasyonê ji aliyê nûneran ve hatin hilbijartin. Kesên hatin ji bo organan hatin hilbijartin, navên li jêr in:
Komîteya Birêvebir
1-) Kadar Cîhangîr
2-) Memo Xaço
3-) Cemal Omerî
4-) Cuma Birahîm
5-) dr. Ferhat
6-) Merwan Alî
7-) Îsa Oskan
Cîgir
1-) Husên Huso
2-) Îdrîs Resûl
Komîteya Rawêj
1-) Mehemed Zoro
2-) Ebdulkerîm
3) Stan El Alî
Komîteya Çavder
1-) Dr. Musa Mele Musa
2-) Besam Derwêş
3-) Hozan El Osman
Pêsîste bê gotin kongre bi ewayek serkeftî û dilgeş bi dawî bû.

___

Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya seredana Înstîtûta Xwendina Kurdî li Berlînê kir.

KDC

Îsraîl, Îranê Bi Êrîşkirina Hêzên Deryayî Tawanbar Dike

KDC

Referandûma Herêma Kurdistanê û xewna dewleteke kurdî ya serbixwe

nusar1
KDC

FREE
VIEW