Şingal birînek vekirî, hê jî nehatîye derman kirin. Hemi şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin.

  1. Dema rêxistina terrorist a DAÎŞê di 3. Tebaxa 2014an de berê xwe da Şingalê û êrîşî herêmê kir, li Şingalê komkûjî û hovîtîyek mezin û nedîtî anî serê Kurdên Êzîdî.

Bi sedhezaran xelk koçber û perîşan bû û xwe li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê girt. DAÎŞa hov derdora tevayê Çîyayê Şingalê dorpêç kiribû. Heftîyekê zêdetir bi dehhezaran Êzîdî li serê Çîyayê Şingalê mane asê û bê çare û mefer mabûn. Di wê kela kela havînê de xelk jar û perîşan bûbû, ji ber nebûna nan û avê bi sedan, bi hezaran kesan jîyana xwe ji dest dan.

DAIŞê har û hovîtîyek bê xedar li ser Civaka Êzîdî meşand. Bi hezaran kuştin û serjêkirin, û zêdeyî 7.000 jî dîl ketin destên wan. Keç û jin wek kole li sûkan firotin dewlemendên Ereb û êş û azarek nedîtî anîn serê wan.

Heta vê gavê zêdeyî 3.500 ji wan keç û jinên revandî bi rêya nivîsgeha Serokwezaretîya Herêma Kurdistanê, ji alîyê çalakvan û sazîyên Civaka Êzîdî yên xwebexş û gelek rêyên din hatinerizgar kirin, lê li gel ku ji zû de hêza DAIŞê hatîye şikandin û Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê û şervanên Kurd jî li Rojavayê Kurdistanê bi alîkarîya hêzên hevpeyman yên navdewletî derbeyên mezin jî li wan dane, mixabin heta vê gavê jî hê zêdeyî 3.000 keç û jinên Êzîdî hunda ne û çarenûsa wan ne dîyar e.

Ji bilî vê yekê, heta niha, piştî fermanê bi 10 salan jî, bi sedhezaran Êzîdî di welatê xwe de, di kampên penaberan de, di bin şert û mercên dijwar de jîyana xwe didomînin.

Eve bû çend sal ku Kurden Êzîdî rastî vê ferman û jenosîda mezin hatine. Heta îro jî mixabin hê pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin û birînên wan nehatine dermankirin. Şingal heta vê gavê jî nehatîye nûjenkirin, alîkarîya xelkê nayê kirin û Şingal jî her di bin kontrola milîsên Îranê yên wek Heşdî Şabî berdewam dinale.

Hikûmeta Bexdayê di sala 2020an de li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêkeftina Şingalê îmze kiribû. Îraq heta niha bi tu erkên xwe ve ranebûye, tu pêngavên erênî ji bo çareserîyek bingehîn û mayînde ji bo nûjenkirina Şingalê, xizmetgûzarîyan û vegera koçberan, rewşa asayî û ewlehîyê neavêtîye. Bi ser da jî her di nava hewldanan de ye ku alîkarîyê ji ser kampên koçberan li Kurdistanê qut bike û bi vî şêweyî koçberan mecbûrî vegerê bike.

Li gel van hemû pirsgirêkan, em herweha bala xwe didinê ku hin alîyên sîyasî jî bi berdewamî vê rewşa xirab a xwîşk û birayên me yên Êzîdî ji bo berjewendîyên xwe yên hizbî û komî bi kar tînin û sedemên mezin diafirînin . Ev helwesta han xizmeta berjewendî û çareserîya birîn û pirsgirekên Kurdên Êzîdî nake û vê yekê qetîyen jî rast nabînin û şermezar dikin.

Em di 10. salvegera ferman û komkujîya Şingalê de, hemû şehîdan bi rêz û hurmet bi bîr tînin û nefretê li kiryarên DAIŞê yên hovane dibarînin.

KOMKAR-Almanya
02.08.2024

___

Rûsyayê Berhemên Tirkiyeyê Qedexe Kiriye

KDC

Navenda Rewanda kurdistanî û Rêxistina Kanga bawernameyan dide xwendekaran 

KDC

Peyama Pîrozbahiya Navenda Revenda Kurd Ji Bo Xwuşk û Birayên Xirîstiyan

KDC
KDC

FREE
VIEW