Ew Kurdên li Amerîkaya Bakur kî ne û kengî û çawa hatine Amerîkaya Bakur û jimara wan çend e?

Gelê Kurd li Amerîkaya Bakur hîn nû ye ji ber vê yekê piranîya wan li dora 20 heta 30 salan li virin eger hûn vegerin dîroka Kurdan li Amerîkaya Bakur di salên 1970î de belkî kêmtir ji sed (100) kes li hemû Amerîkaya Bakur hebû, pêla duyê enfala 1988 bi hezaran ji kampên penaberan li Tirkîyê hatin Amerîka û Kanada ji her sê kempên Mardîn,Amed û Muş. Ew di destpêka salên1990î de gihîştin Amerîka Bakur û pêla sêyê piştî serhildana Başûrê Kurdistanê di sala 1991 an de, pêla çarê  1996 ewên bi Amrîkan re xebitîn, pêla pêncê ji Kampa Romadî ya li başûrê Iraqê Kurdên Rojhilata Kurdistan li Kampa Romadî di dema şerê Îraqê û Îranê de di jîyan, pêla şeşan dîsa piştî serhildana Rojavayê Kurdistanê, pêla heftan piştî Jenosîda Şengal û pêla heştê li bakurê Kurdistanê piştî ku li Tirkîyê pêvajoya aştîyê têkçûyî û dîsa mîna hemû netewên din rojane Kurd ji hemû beşên Kurdistanê û bi hemû awayên cuda tên Bakurê America, rêya destûra kar, rêya zewaca, vîzeya xwendekeran, karsazî û bi gelek awayên din tên Amerîkaya Bakur û bi giştî ez dikarim bibêjim ku nêzî 150 hezar Kurd li Bakurê Amerîkayê dijîn.

((Têbînî ji kerema xwe  170 sal berê nêzîkî 150 mirovên Kurd ji Dêrsim bakura Kurdistanê bi keştiyê hatibûn Amerîkayê wê demê wekî ku em dizanin li derdora devera Şîkago yê bicîh bûne, lê ew hatin wenda kirin mixabin em nikarin zêdetir agahiyan li ser wan bistînin)).

 

Piranîya Kurdên li Bakurê Amerîkayê li kîjan bajar û eyaletê dijîn?

 

Piranîya Kurdan li Nashville, San Diego, San Fransisco, New York, Dallas, Seattle, Washington DC, Dakota Başûr, Dakota Bakur, Los Angeles, Chicago, Binghamton, Seattle, Vancouver, Toronto, Calgary, Edmonton, Ottawa, Hamilton, London, Windsor û Montrealê dijîn.

 

Dema Kurd cara pêşîn li salên 1990î hatin Amerîkaya Bakur bê ziman û bê pere çawa xwe bi rê ve birin û guncand li gel civaka rojava?

Nifşa yekê ber bi Amerîkaya Bakur ve ew qas zehmetîyên wan hebûn wek ziman, ew ji kempan tên, piranîya wan perwerdeyapaşîn tune bo û hatin van welatan herî bilind ên demokrasîyê bijîn û xwedî malbaten mezin ne hêsan nebû malbatan xwe kontrol  bikin û zarokên xwe ber bi rêya rast ve rêve bibin, pere, kar û ziman tune bo  li ser bernameyên hikûmetê bûn ku nikaribûn heqê zarokên xwe bidin ji ber vê yekê hinek zaroka berê xwe diden rêyên şaş, di salên 1990’î de penaberî, jîyan, mayîn, û parastina malbata li van welatan gelekî zehmet bû. Em behsa salên 90’î dikin ku wê demê teknolojî tunebû û Kurdî ne zimanekî fermî bû ji ber ku Kurdistan ne dewlete (serbixwe) ye û piranîya cihên xizmetên hikûmetên van welatan zimanê Kurdî jî nebûn û pir zehmet bû ku di wê demê de wergerekî zimanê Kurdî jî peyda bikin, ji ber vê yekê pêşîneya me ew bû ku em çawa malbat, ziman, çand û ola xwe di wê demê de biparêzin.

 

Kurdên Amerîkaya Bakur yek rêz bûn û ji bo gelê Kurd bingehek ava kirin?

 

Di destpêka salên 1990î da, gelek zehmetîyên wan hebûn ku min li jorê dîyar kir jîyaneke wan ya zehmet hebû. Ew ji welata cîhana sêyê û bê ziman, bê pare hatin û pir zehmet bû ku windanebin bimînin hingê hizir nedikir li ser tiştekî ji bo dahatûyê qayîşbikin û Kurdên pêşîn gihîştin Amerîka Bakur wek ku me berê jîbehs kir ew piranî ji başûrê Kurdistanê bûn û hinek ji wan jî di sala 1988an de ji kampên li Tirkîyê hatibûn Ji nav şoreşê welatparêz bûn hestên wanê netewî gelek berz bûn, û hemû malbatên şoreşgêr, pêşmerge û şehîdan bûn.

Ewên sala 1991an de hatin piranîya wan li bajaran hatibûn li nav hikûmeta ji nav çûya Îraqê bûn hinek  kevneçaş û MÎT xwîna Kurdan bidestên wan ve bo ji ber hindê nikaribûn hevdu qebûl bikin û hevdu tawanbar dikir û ewqas dijwar bû ku nikaribûn li hev kom bibin û bi hev re bixebitin an jî bi hev re komelekê ava bikin. Dixwazim balbikişînim ser wê yekê ku di hin rewşan de nikaribûn serdana malbata hev bikin û ji malbatan hevdu re bi zewicin jî.

Pirsgirêka wan ya duyan di salên 1990î de li Kurdistanê partîyên sîyasî yên Kurdî şerê hev dikin û birakûjî hebû ewê bandork xirab li ser Kurdan li Amerîkaya Bakur jî dikir Nedikarîn li vir jî li hev bikin û bi hevre rûnin û kar bikin heta rojên netewî jî bi hevre pîroz bikin, her layenekê xwastiba karekî bike jî layenê beramber dixwast asteng bike û ser negirît milmilana hizbî Kurd ji hevdu gelek dûr xistin.

Piranîya Kurdan wê demê ji necarî biryara hatina vir da ji kampên penaberan li Tirkîyê rewşeke gelek xirab da bûn hêvî û re tune bû ji carek din vegerin Kurdistanê ji ber wê demê Sedam Hisên li ser desthilatê bû û tu hêvîyek tunebû ku Kurd vegerin Kurdistanê û piştî sala 1991an civaka navnetewî li Başûrê Kurdistanê devera bêfirin ava kir û wê demê piranîya Kurdan  ji kampên penaberan ên li Tirkîyê hatibûn demkî difikirîn û hemû jî bi hêvî bûn ku di zûtirîn dem de vegerin Herêma Kurdistanê ew hemû difikirin ku rojekê dikarin vegerin Kurdistanê, lê mixabin rewşa Kurdistanê di salên 1990î de bi rastî ne baş bû ji ber ku piranîya xelkê feqîr bûn û nikaribûn dabara xwe bikin û hemû Kurdên ji dervey welat kêmahî li zarok û malbatan xwe dikirin paryê nan ji devê zarokên xwe digirt  û wan hemû pereyan bişînin û alîkarîya xizm û malbatan xwe bikin li Kurdistanê, gelek ji wan jî erd û xanî dikirin ji ber  ku her tim difikirî ku demek nêzda ewê bi zivirin Kurdistanê, em li vir bûn lê di serê xwe de li Kurdistanê dijîyan, ji ber vê yekê li vir ji bo zarokên xwe û ji bo pêşerojê wê demê tiştekî li vir ava bikin zêde cidî nebûn.

Piştî çend salan, êdî Kurd ji hemû parçên Kurdistanê tê Amerîkaya Bakur tevlihev bû û zarok li Bakurê Amerîkayê mezin dibin û mirov fêrî ziman dibin û dest bi kar dikin û kirîna xanîyan hêdî hêdî fêrî jîyana van welata bûn xwe dît beşek ji civaka vir û êdî akinçî bûn dest bi avakirna jîyanek nû li vir kir, gelek aktîvîst hebûn. Kurd li hemû bajarên cuda hewl didin ku hin bingehan ji bo Kurdan ava bikin li hemû  bajarên cudayên bakurê Amerîkayê bi navên cuda hatine qeydkirin hin ji wan jî girêdayî hin partîyên sîyasî ne, hinek ji wan jî wekî serbixwe û hemû awayên cuda bûn û her wiha çend xwendingehên Kurdî ji bo zarokan hatin vekirin li bajarên cuda kesên dilsoz xwebexş, gelek govarên Kurdî hatin çekirin li ser astê bajaran ji ber vê yekê gelek çalakvan û kesên ku dixwestin tiştekî bikin hebûn,  lê mixabin, di dawîyê de ji ber heman sedeman piranîya wan ser negirtin nerînên sîyasî yên cuda cuda nexwedîbûna zimanek yekgirtî ji hemû parçeyên cuda yên Kurdistanê û berevanîya dîyalogan bikin. Herwiha mijara serekîya ku me behs kir piranîya Kurdan nû bun û aborîya wan pir ne baş bû û pere yek ji pirsgirêka sereke bû ku tu kes nikaribû sponsorîya wan bike û berdewam bike ji ber ku piranîya wan kesên ku di medreseya Kurdî de kar dikirin an civakên Kurdî an jî weşan û govar ew hemû li ser hesabê xwe dikin û tenê dikarîbûn çend salan berdewam bikin û ew jî jê bêzar bibin û zexteke pir zêde li ser wan hebû û ji ber vê yekê gelek nikaribûn berdewam bikin, hindek rewşa aborî hat guhartin mecbûr man karek yan du kara bikin ji bo debara jîyana xwe ya rojane bibenser nikarin bi karên xwebexşen civaka Kurdî berdewam bikin.

Piştî ku ew hemû demên zor û zehmet derbaz bûn niha rewşagelê Kurd çawa ye li Amerîka Bakur?

Piştî salan gelê Kurd li vir jî mîna her derê bi demê re hatîye guhertin û piştre nifşa nû li van welatan demokrasîya rojava mezin dibe û pêtir perwerde dibin û dikarîbûn bi hev re baştir ragihînin û bi awayên cuda li meseleyan binerin. Kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê, bi salan li vir bi hev re dijîn û hevdu nasdikin û dikarîbûn bi hevre danûstandinê bikin. Medya û teknolojî û medyaya civakî  zêdetir bû û tişt bi temamî guherîbûn û dest bi qebûlkirina hev qebulkinê kir  û bi hev re kar dikin û piştî van hemû demên dijwar pêşketineke mezin hebû û niha gelek cudahî nîne û hema hema hemû bajarên cuda li Amerîka Bakur Kurd hevdu qebûl dikin ku hemû rojên kulturî yên Kurdîyan rojên neteweyî bi hev re pîroz bikin. Her rûdanek li her devereke Kurdistanê biqewime li her bajarekî Amerîka Bakur Kurd  bi yekdengî xwepêşandanê dikin û li hevdu xwedî derdikevin.

Aborîya Kurds niha gelek başe li Amerîkaya Bakur gelek kompanyên mezin yên Kurdan hene û piranîya wan jî başin û li vir bicîh bûne û niha di navbera wan û hemwelatîyekî din yê Bakurê Amerîkayê de ne cudane û herwiha gelek kesên pile û perwerde bilind yên Kurd li Amerîkaya Bakur hene û hinek nimone ji kesayetên navdar û kompanîya yên mezin li Amrika Bakurê:-

Dahêner- dahênanên otomobîlên kehrebayê Dr Celal Salih.

Dadwer- Şêrzad Ehmed Dadwere li dadgeha bilinda fedralî ya Kanadayê.

Endezyar- Cemîl Mendoxî yek ji endizyaran birca Toronto ava dike (Toronto CN Tower).

Rêvebirê giştî- Rêveberê giştî yê Google ê Omêd Kurdistanî.

Balyoz / Sefîr- Hêro Mistefa Balyoza Amrika ye li Balyozxana Misrê.

Perlemanter- Alî Îhsasî yê endamê Perlman ê Kanadayî.

Karsaz-Hanîfe Akin – di pîşesaziya dermanfiroşan de pisporekî payebilind.

Karsaz- Hamdî Ûlûkaya- xwediyê mastê Çobanî ku yek ji şîrketên mezin ên Amerîkî ye.

Karsaz- Kerîm Xefarî- xwedîyê kompanyaya pêla qehweyê (wave coffee)  û tîmeka futbolê li Vancouverê.

Rojnamevan- Rahîm Raşîdî ji aliyê serokê Amrîka Donald Trump ve hatiye navkirin

(Mr: Kurd).

Hakki Akdenîz – Şampiyonê Pîzzayê.

Musret Gokçe ( ( Salt Bae ) ) Batcher ve şef.

Lîstikvan- Heymen Omer,

Stranbêj- Helly Luv

Û bi sedan navdarên Kurd ên li bakurê Amerîka hene.

Helbet di sîyaseta Amerîka û Kanadayê da pir baş pêş ve çone û cih girtîye, gelek kes ji kongreyê û endamê parlamana Kanada dostên Kurdan in û gelekî nêzîkî gelê Kurd in û niha çend kandîdên me yên Kurd ji bo parlemantoya Kanadî hene, êdî Kurd baş tên nasîn û hez kirin û bi hezaran dostên me hene.

di van demên dawî de çend organîzasyoneke mezin yên Kurdan li Amerîkaya Bakur avakirin Kongreya Neteweyî ya Kurd ya Bakurê Amerîkayê, Toronton mala Kurd, Navenda Revenda Kurdistanî (KDC) hatiye avakirin Niha li piraniya bajarên Bakurê Amerîkayê zêdetirî 13 navendên me hene bajarên Kurd lê dijîn û ev yek bû hêvî û xewna hemû Kurdên li Amerîka Bakur em dikarin hemû Kurdan bînin cem hev çi bîr û bawerên olî û siyasî bawer dikin ku ew hemû bi hev re di bin ala Kurdistanê de kar dikin.

Ahmed Binavî

Perpirsê Navenda Revenda Kurdistanî li Calgary, Canada

September 20, 2024

___

Dilê penaber

nusar1

Diasporayeke Kurdistanî Bi Hêz Tê Damezrandin

kurdish dc

KURDISTANÎ AN PARTÎZANÎ?

KDC
KDC

FREE
VIEW