Hêzeke hevbeş ji Pêşmerge û Arteşa Iraqê tê pêkanîn

Di berdewmaiya karên hêzên hevpeymaniya navdewletî ya nehêştina terorîstên DAIŞê, hêzekek hevbeş ji her yeh ji hêzên pêşmerge yên Kurdistanê û Arteşa Iraqê dê pêk bêt.

Li gor daxuyaniyên alîyên havldar, pêkanîna vê hêza hevberş jibo wê yekê tê, daku karî bin valahiya asayîşî li wan cihên ku metirsiya DAIŞê li ser bigirin.

Nûnerê Herêma Kurdistanê di operasyonên hevbeş de radigihîne, hewlên pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de berdewam in û dê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve were serperiştîkirin.
Nûnerê Herêma Kurdistanê di operasyonên hevbeş de Lîwa Ebdulxaliq Telhet ji K24ê re ragihand, hewlên pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de berdewam in ji bo bikarin wê valahiya ewlehiyê ya ku DAIŞ tê de çalak dibe, were dagirtin.
Herwaha got: Di destpêkê de, ew her du lîwa dê werin rahênankirin û piştre dê li cihên diyarkirî werin bicihkirin, bi taybet jî li sînorê Kerkûk, Xaneqîn û Tekrîtê.”
Lîwa Ebdulxaliq Telhet tekez kir jî, “Pêkanîna wan her du lîwayan gelekî girîng e, bi taybetî ji Herêma Kurdistanê re. Niha ji aliyê Operayonên Hevbeş ên Iraqê û Wezareta Pêşmerge ve kar li pêkanîna wê tê kirin û hêvî dikim di demeke nêzîk de were pêkanîn.”

Tê anîn piştî bûyerên 17ê oktobera 2017, û dûrketina hêzên pêşmerge ji gelek deverên veqetiyayên herêma Kurdistanê, êdî metirsiya DAIŞê li wan devar zêde dibe, jiber ku hêzên Iraqî bi tena xwe nikarin wan deveran kontirol bikin.

___

Navenda Scotland konferansa xwe sazkir

nusar1

Joe Biden: Êrîşa Tirkiyeyê Ya Ser Rojavayê Kurdistanê Ji Bo Amerîkayê Xetere Ye

KDC

Semînerek ji aliyê Konfederasyona Rewenda Kurdistanî ve li ser rola medya û platformên medyaya civakî

nusar1
KDC

FREE
VIEW