Hinek rêyên ji bo başkirina tendirustiya zarokan

  1. Xwarinên tendirust: Gelek xwarinên ku enerjîk in û mîkdara vîtamînan û mîneralan lê zêde ne, dibine hokar ji bo zêdebûna hormonên mezinbûnê, wek şîr, goşt, somon, sebzeyên gladar, fêkî, fasûlî, hingiv û baqle.
  2. Werziş: Girîng e zarok bilivin û werzîşê bikin. Divê demên xwe bi telefonên mobîl û televîzyon nebin serî. Basketbol, bale, tenîs, melevanî û bazdan gelekî baş in û lîstikên giran ên wekî lîstokên hilgirtina hesinî ji bo temenê 16 salan guncav in.
  3. Xew: Xew ji bo aştiya derûnî û pêşketina tendurist girîng e. Divê zarok di saet 22.00an de razên û sibehê zû şiyar bibin. Di dema xewê de rêjeya hormona mezinbûnê ji sedî 70 bilind dibe.
  4. Zexta Derûnî: Divê zarok di rewşeke aram û tendurist de bijîn û ji her zexteke derûnî dûr bin. Eger pirsgirêkeke derûnî hebe, zû bi psîkiyatrîstekî bişêwirin.
  5. Dermanên Vîtamînê: Eger zarok xwarineke baş û xeweke baş nekin û bi rêk û pêk pêş nekeve, normal e ku bi rênimayên doktoran û ji bo demeke diyarkirî vîtamînan bikarbînin.
  6. Derziyên Hormona Geşbûnê: Divê ev derzî tenê bi rênimayên pediatrîkî were bikaranîn, ji ber ku tenê ji bo hin bûyerên taybet e, ne ji bo daxwaza şexsî ye. Bikaranîna derzî ya xerab gelek zirarê dide.

Amadekirin: Dr. Ako Kerîm Celal, Bijîşkê Nexweşiyên Zarokan û Pêşxistina Zarokan

___

Macron: Divê Rewşa Şingalê Were Normalkirin

KDC

Hevpeymana Navdewletî Vekişîna Hemû Hêzên Çekdar Ji Iraqê Ragihand

KDC

Îsraîlê 65 Ereb Ji Ber Bazirganiya Çekan Girtiye

KDC
KDC

FREE
VIEW