Macron: Divê Rewşa Şingalê Were Normalkirin

Serokê Fransayê serdana Mûsilê kir û ragihand ku divê rewşa Şingalê were asayîkirin.

Serokê Fransa Emanuel Macron di serdana xwe ya Mûsilê de ji dezgehên ragihandinê re got ku wan hêsankarî ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî de kirine.

Li ser rewşa Mûsilê jî Macron îşaret bi nehîştina DAIŞê li herêmê kir û teqez kir ku êdî Mûsil ji aliyê DAIŞê ve nayê dagirkirin û her wiha diyar kir ku DAIŞê Xirîstiyan, Misilman û em hemû kirine hedef û Ewropa jî ji aliyê rêxistinê ve hatiye hedefgirtin.

Serokê Fransayê girîng dît ku ewlehî û aramî vegere Şingalê û penaberên Êzidî vegerin malên xwe, ew jiyana herî baş heq dikin.

KDC

FREE
VIEW